Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat derheq erdheja Kirmaşanê

15:38 - 23 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di peyamekê de sipasiya xelkê Kurdistanê kir ku di bûyera erdheja Kirmaşanê de nîşan dan ku li hember pîlanên rejîma Komara Îslamî bi çok de nahên.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Xelkê azadîxwaz û welatparêz ên Kurdistanê

Eger erdheja şeva 21ê Xezelwera 1396 (12.11.2017) an ya parêzgeha Kirmaşanê banga mirin û kavilkariyê bi ser ew xelkê xembar de xwend û li çend çirkeyên wê şeva sar û tarî de, dilê bi sedan hevwelatiyan ji lêdanê xist, û bi hezaran ên din jî bi birîndarî hişt, û eger bi milyon kesên din ji kurdên hemû beşên Kurdistana parçekirî û mirovdostên din jî li vê xema mezin de daxbar û dilbirîndar kir; li hember de karnavalek bedev û hêvîbexş ji hevpeywendiya netewî, hevxemî û yekîtiyê ji bihawarçûna hevwelatiyên lêqewmayî di raserî Kurdistanê, bi taybetî Rojhilata Kurdistanê de pêk anî.

Rast e erdheja vê carê beşek ji xaka Rojhilatê hejand, lê ya girgtir ji wê, ew hejîna bihêz bû ku hemû kurdên Rojhilatê ji Makû re bigre heya Îlamê, vegirt. Hejînek ku ji aliyekê ve cismê lerizî yê zarokên rizgarbûyî ji mirina di vê xaka belalêdayî de germ kir û kena hêviyê xiste ser lêvên dilbirîndarên vê bûyera tal û bijan ku xweştiviyên xwe di çend çirkeyan de ji dest dabûn û xema bêkesî û lêqewmanê tengav kiribûn, lê di yek dem de, bi milyonan kurd, ew hevwelatî wek kes û karên xwe dîtin û ev xema giran bi wan re perve kirin û nehiştin ku ew barê giran wan bi çokde bîne.

Ji aliyek din ve ev hejîn, hejînek siyasî bû. Hejîna kurdan li dijî rejîma cinayetkar, dijî azadî û dijî kurd a Îranê bû. Çawaniya vegerandina termê Ebûbekir Meirûfî û bi xaksipartina wî li Bokanê de,bêbaweriya bi rejîmê li gihandina alîkariyan bi destê lêqewmayên erdhejê û pîlanên Sipaha Pastaran li dor astengkirina gihandina alîkariyan û bi dehan diyardeyên din, nîşan ji hişyarî, îrade û agahiya Rojhilatê û serî netewandina wan ji rejîmê re ye ku wekî hejîna şeva 21ê xezelwerê, bihêz û karîger bû. Hejînek ku tewawkerê newroza Cemedaniyê, şahiya ala`yê û rabûna Rojhilatê ji pêşwaziya başûr ji referandomê bona diyarîkirina mafê çarenivîsê bû.

Xûşk û birayên têkoşer!

We bi vê serhildanê nîşan da ku nek li hember rejîma Komara Îslamî, belkî li hember erdhejê de jî biçokde nahên, û bêhêvî nabin û bi îradeya bihêz a xwe dikarin bûyerên surûştî ên kavilkar wek erdhejê jî bikin bi derfet; hûn ji erdhejê jî bihêztir in. Lewre rejîma Komara Îslamî ji we be`icî ye û berdewam pîlanan li dijî we digerîne; her ev hêza mezin û bibandor e ku we navê ``Rasana Rojhilatê``ê lê kiriye. Rabûn û rasanek ku xebata çiya û bajar ji hev girê dide heya ku Rojhilatê bike bi hêzek biteisîr û bandor li diyarîkirina mafê çarenivîsê de.

Sipas ji hişyarî, agahî û berxwedana we. Xebata we berdewam, hêza we şûndaner û Rasan û rabûna we jî herwusa bihêz û bibandor be.

Li dawiyê de sersaxiya xwe pêşkeşî kes û karên qurbaniyên vê bûyera bijan û dilêş û hemû xelkê Kurdistana xweştivî dikim. Hêviya başbûna zûtir ji birîndaran re dixwazim.