Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê û komek rêkxistinên sivîl, bi hilkefta 76`emîn saroja avakirina Komara Kurdistanê peyamek hevpar belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Hevwelatiyên Kurdistanê!
Têkoşerên xebata Kurdayetiyê
Di 76`emîn salroja avakirina Komara Kurdistanê ku di Rojihlata Navîn de, sermayeyeke neteweyî û sîmayeke demokratîk e, em vê rojê ji dirêjederên rêbaza Mekteba Çarçirayê re pîrozbahiyê dibêjin. Herwisa di vê roja mezin û ronahî ya esmanî ya Kurdayetiyê de, peymana emegnasiyê nû dikin ku, heta serkevtin û gihîştin bi armancên neteweyî û demokratên xwendekarên Çarçrayê yên di vê rêbaza pîroz de, ji têkoşîn û xebata Bajar bi piştevaniya Çiya di xebat û çalakiya serdemiyane de berdewam dibin.
Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê û komek rêkxistinên sivîl
1`ê Rêbendana 2721`an a Kurdî