Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê “YZAKA” bi hilkefta Newroza Kurdî

13:02 - 20 Adar 2021

Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê “YZAKA”, bi hilkefta nûbûna xweza û sala nû ya Kurdî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Bi hilkefta nûbûna xweza û  vejîna demsaleke nû û hatina sala nû, pîrozbahiya xwe li hemû mirovahî, çwar aliyên Kurdistanê, malbatên serbilinde şehîdan û hepsiyên xweragire siyasî û têkoşerên netewa xwe dikin, hêviya salek pir ji xêr û xweşî û silametiyê  dixwazin.

Welatiyên hêja!

Di halekê de em diçne nava salê nû ku,  gelê me hêj di bin deshilata dîktatoriya herî hovane û , di bin givaş, dijwarî û dagîrkariyê de derbas dikê, bê wê yekê ku ti derfeteke mirovî bo nûbûna jiyanê hebe.

Rejîma Îslamiya Îranê ti baweriyek bi azadî, mirovantî û guherînê nîne û heyamê 42 salan e ku, gelên Îranê û yek ji wan netewa Kurd bi awayên cuda tepeser dike, ciwanên me binçav û îdam dike û hemû rêyên pêjîna jiyanê, ji me zewt kiriye, lewma Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê “YZAKA”, tevî pîrozkirinê, careke din daxwaz dike ku bi yekîtî, berxwedan û piştewanî li şoreşgerên rizgarîxwaz ên niştîman, rêgirî ji zêdexwaziyên wê rejîma xwe sepandî bikin.

Her sala we Newroz be, Nerwroza we pîroz be

Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê “YZAKA”

20ê Adarê, 30ê Reşeme sala 1399a rojî