Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Yekyetiyên Xwandekaran, Jinan û Lawên Demokratê bi hilkefta roja şehîdên Kurdistanê

19:49 - 30 Adar 2021

Yekyetiyên Xwandekaran, Jinan û Lawên  Demokrat, bi hilkevta 10ê Xakelêwe roja Şehîdên Kurdistanê, peyamek belav kirin û di peyama xwe de tekezî li ser wê yekê kirin ku bo gehiştin bi azadî û rizgariyê dibe nirxek girantir gorî berê bête dayîn.

Malbatên serbilinde şehîdan

Xelkê xoştewî û bi emegê Kurdistanê

Girtiyên siyasî ên Kurd û rizgarîxwazên Kurdistanê

Her wekî hemî aliyek dizane, 10 Xakelêweya 74 salan berî niha li serê sibehekê de, yekemîn serokomarê Kurdistanê Pêşewa “Qazî Mihemed” û hevalên wî “Seyf Qazî û Sedirî Qazî” li meydana Çarçira li bajarê Mihabadê ji aliyê binav dadgeha hikûmeta Pehlewî ve, hatine sêdare dan û canê xwe bi axa paqija Kurdistanê sipartin, lewma ew roje di bîreweriya her Kurdekê de rojek tal û nexweşe û ew roj bûye hêmayek bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û nû kirina peyamê digel rêbaza wan.

Ew komar ku hêviya milyonan Kurdên bindest û bêdeshelat û yekem destkevt û sîstima demokratîk û modêrna Kurdî li Rojhelata navîn de bû, piştî derbasbûna 11 meh û çend rojan li damezrandina wî, bi sedema pîlanên derekî û herêmî û navxweyî ve, kefte ber êrîşa bêrehmane ya Artêşa “Mihemed Riza” şahê Pehlewî û ciwanemerg bû.

Dara wê xweziya dîrokiye Kurdan ku taze dixwast çilo bide û netewa Kurd li bin siya wê de asûde be, kefte ber rima sipaha dagîrker û şahî û xweşiya xelkê bû bi xem û şîn, ew xebatkarên Kurd jî ku di xema pêşeroja gelê xwe de bûn, yan bi destê spaha dagîker hatine şehîdkirin yan jî aware bûn bo welatên derve. 

Netewa Kurd li hember rizgarî û serbestiya gelê xwe de xortên mêrxas û çeleng gorî kirine û heya niha jî negihiştiye armanca xwe, lê ew birîn û xisara ku li derheq ji navçuna komara Kurdistanê berkevtiye, birînek kurê ku heya niha jî necebiriye  ,çimku ew destkevit xweziya kevnar a wî gelê maf xwarî bû, û li dîtingeha dîrokî û ciwakî û siyasî de destkevt û derfetek bê mînak û bi nirix bû ku qebûl kirina wê ji aliyê dagîrkeran û bi taybet deshilata serberedayî ya Pehlewî ve zehmet bû.

Dijminên gelê Kurd wê demê jî wekî niha çavên wan bi serwerî û deselata Kurdî pê ba negirtiye, serhildana hikûmetekî bi tewahî demokrat di tenişta wan de, çinku niha jî Rojhilata navîn bi giştî û welatên dagîrker yên Kurdistanê bi taybetî, form û qewareyekî pêşkevtî û bi tewaw demokratîk, wekî komara Kurdistanê bi xwe ve nedîtine.

Serkeve bizava rizgarîxwazya Kurd

Biherife sîstema kolonalîzma dagîrkerên Kurdistanê

Riha şehîdên rizgariya Kurdistanê şad û rêka xebata wan berdevam be

yekyetiya xwendkaran, jinan û ciwanên demokratê

9`ê Xakelêweya sala 1400`an