Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pintagon ji bo êrîşkirine ser Îranê amade dibe

16:24 - 3 Gulan 2012

Kurdistanemdia: Pintagon, Wezareta Berevaniyê a Amerîkayê, di halê xwe amadekirinê ji bo egera êrîşa ser rejîma Îranê ye.


Li gor nivîsek rojnameya “Washington Post”ê, senaryoya gelaleya şerr li dijî rejîma Îranê yan jî weke Pintagon vê yekê bi egerek dizane, niha ji her demekê pêtir xwe derdixe holê.
Rojameya han li zarê çavlkaniyek Wezareta Berevaniyê a Amerîkayê ve nivîsand, Navneda Fermandehiyê a Ertreşa Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku hêzên nîzamî ên Amerîkayê dê bikarin kimtir ji 3 heftiyan hêzên nîzamî ên rejîma Îranê di riya êrîşên hewayî û deryayî ve jinav bibin yan jî bi awayek berbiçav bêhêz bikin.
Li gor rapora “Washington Post”ê, Wezareta Berevaniyê a Amerîkayê, gav bi gav zêdekirina û bihêzkirina hêzên xwe di Kendawa Fars de îdare dike. Pintagonê du nawên balafirrhelgir di vederê de cihgîr kirine û di halê zêdekirina gemiyên vedîtina maynan û hilîkopteran e.
Zêdebarî wan hewlan, Amerîkayê di wan dawiyane de balafirên şerrker ên herî pêşkevtî bi navê “F-22” ku şiyanek zaf a nifûzkirinê hene, bo paygeha xwe li Îmaratê veguheztine.