Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pira dîrokî a “Garan” a li bajarê Merîwanê, li halê xirabûnê de ye

17:13 - 21 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmeida: Pira dîrokî a Garan ku yek ji kevintirîn cihekî dîrokî yên bajarê Merîwanê ye, li helê xirabûnê deye.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, di wan çend rojên derbas bûyî de pira pira dîrokî a Garan seba kêmtirxemiya îdara Mîrata Ferhengiya bajarê Merîwanê li nojen kirin û pêragehîştin, hatiye bêpar kirin û egera linaw çuna pira han heye.

Bi gotina havwelatiyên bajarê Merîwanê, pira dîrokiya bajarê Merîwanê seba xemsarî û giringî nedana karbidestên Îdareya Mîrata Ferhangiya Merîwanê , bo yekcarî hatiye daxistin.

Pira Garan pêştir jî çendîn caran hatiye çêkirinê, lê seba kêmtirxemî û goh nedan bi asewarên dîrokî ên Kurdistanê, pira han li halê linavçûnê deye.
Pira dîrokiya Garan li tenişt rêya Garan – Tîj Tîj û 12 kîlomêtriya rêya Garan hilkevtiye û diroka cêkirina pirê vedigere bo serdemê Sasaniyan û li serdemê Sefewiyan de hatiye nojandin.

Kêmtir xemî û goh nedana bi pira Garan li bajarê Merîwanê li demekê deye ku wek asewarek “Netewî”ê Îranê hatiye tomar kirin.