Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pira dîrokî “Gamêşan” di parêzaha Îlamê seba pênegihîştinê egera linavçunê heye

12:54 - 3 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: pira dirokî a“Gamêşan” ku di ser çemê Seymere hatiye çêkirin seba pêranegehiştin û kêmtir xemiyê nawendên pêywendîdar egera linavçunê daye.
Her çend beşek pir ji wê pirê linav çuye û li çav çend salên pêş , asewarekî wa ji vê nemaye, lê niha jî nawandên pêywendîdarê wê barê xwe ji çêkirin û parastina pira han dor dikin.

Her di wê pêywendiyê de “Rehîm Qeyan” berpirsê îdara Mîratê Çandî a bajara “Dereşehr”ê li parêzgaha Îlamê bi nûçegehaniy “Îsnayê” regehand, a niha jî seba nebûna dahatê,derfeta nojen kirina pirê nine.
Pira dîrokî a “Gamêşan” li 15 Kîlomitriya bajara Dereşehr û 139 Kîlomitriya Îlamê helkevtiye û bi gor zaniyariyên şûnwar nasan ew pire temenê wê 1500 sale û di serdema deselatdarên Sasanîyan de hatiye çêkirin.