Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsa jîngeh û şewitandina daristanên Kurdistanê

16:33 - 31 Tebax 2015

Hiwa Mîrzayî

Nûçeya agirtêketina daristanên Kurdistanê, hemû salekê û di demsala Havînê de, yek ji wan nûçeyan e ku berdewam ducarî dibe û, hemû salekê jî zirarê li jîngeha Kurdistanê dixe, Jîngehek ku bi sedema taybetmendiyên xwe ên ciwan, di warê rakêşana geştyaran bo herêmê, kariye bibe alîkarek baş di warê aborî de bo xelkê herêmê di vê rewşa xirab ya aborî ya Kurdistan û Îranê de.

Daristanên Kurdistanê piştî daristanên Bakûrê Îranê, di warê giringiyê de di pileya dûhemîn de ye û rûberê wê bi 3300 hezar km tê texmînkirin û, her ewa jî bûye sedem ku şewitîna wan daristanan, ji aliyê jîngeparêz û kesên pispor û xelkê deverê ve, girîngiyek zaf jêre bê dayîn.

Bêguman şewitandina darsistanan tiştek nû nine û weke em dibînin, li hemû cîhanê daristan bi sedemên curbicur tên şewitîn, lê ewa ku daristanên Kurdistanê li cihên din ên Îran û cîhanê cuda dike, cur û berdewamiya wan agirtêketinane, û ewa jî gomana destêverdan û destkirdbûna wan zêdetir dike.

Dijatiya Komara Îslamî ya Îranê tevî Kurdistanê, tenê di mijarên siyasî, aborî û çandî de nemaye, belkê hemû aliyekê li xwe digire û jîngeha Kurdistanê jî, yek ji wan armanca ne ku Komara Îslamî ji xwe re kiriye nîşange, jîngeyek ku bi sedema daristan û ciyayan ve, hertim penageh û alîkarê tevgerên rizgarîxwaz ên Kurdistanê û pêşmerge bûye.

Her weke diyar e Komara Îslamî kariye ku di vê siyaseta xwe de ber bi pêşve here.

Îsal jî weke salên berê lê bi panahiyek zêdetir, daristanên Kurdistanê tevî agirtêketinê berbirû bûn, şewata“çiyayê “Awiyer”, daristanên “Silêmanbegê Banê”, daristanên devera “Alan a Dalaho” û “Çuwar Zebir” ya Îslamabadê, daristanên Pawe, daristanên Sewlawa û daristanên lewergehên Bemo, nîşanderê meznahiya agirtêketina heyva Gelawêj ya îsal in, şewatek ku tenê bi alîkarî û yekgirtîbûna xelkê deverê hat kontrolkirin û, karbidestên Komara Îslamî alîkariya herî kêm jî bona kontrolkirina şewitîna daristanan nedan e û, ewa jî vê rastiyê diselimînbe ku ew bi xwe sedema agirtêketinê ne.
Nûçeyek din ku di çend rojên derbazbûyî de deng veda, barîna baranê di demsala Havînê de li parek ji bajarên Kurdistanê de bû.

Baran barînek di vê rewşa nebaş a jîngehê de ku parek zaf ji Kurdistan û Îran di kirîza hişkesaliyê de derbaz dibin, renge nûçeyek xweş be, lê hatina lehiyê li bajarên Kudristanê de bi sedema nebûna zêrawên baş, bûyera han ya bi rûçik xweş, kire karesatek ji boy xelkê Kurdistanê û zirarek zaf ji xelkê xist û, bitaybet bazariyên bajaran.

Pêşbîniya rewşa hewa îro rojê di cîhanê de bi sedema bûna teknolojî û mifahwergirtina ji mahwareyan bona çavedêriya rewşa hewa, karek wusa kiriye ku nawendên pêşbîniya rewşa hewa çend rojan berî rûdanê, xelkê ji karesatên xwezayî haydar dikin û rêçareyên guncav bona berbirûbûna wan karesatan peyda dikin.

Lê di Îranê de wan nawendan bi kiryar şiyana pêşbîniya rewşa av û hewa nine û, sedema wê jî vedigere ser hebûna Parazîtekê ku nawendên sîxorî û zanyarî ên Komara Îslamî, bona rêgirtin ji bernameyên mahwareyî ên binav dije şoreşê belav dikin û, serbarê çêkirina astengan liser rêya pêşbîniya rewşa hewayê, dibe sedema çêbûna nesaxiya penceşêrê bitaybetê di nava zarokan de.

Bi giştî pirsa parastina jîngehê niha bûye yek ji pirsên herî girîng ku xelkê Kurdistanê hewlê jê re didin û, bi avakirina nawend û rêkxirawên curbicur û rêkxistina xelkê, hewla parastina jingeha Kurdistanê û bûnewer û pelewerên wê didin û, karîne ku di wî warî de pêşkevtinên berçav bidest bixin û binine mînakek baş bo herêmên din ên Îranê û, her wan nawend û rêkxirawan jî di dema qewimîna bûyerek xwezayî û agirtêketina daristanên Kurdistan de, bi belavkirina zanyariyên bilez di torên civakî de û rêkxistina bilez ya xelkê, kontrola bûyerên weha tal dikin.

Bûyerên ku hekî bilez nehên kontrolkirin, qerebûkirina wan gellek bi zehmet e û, herweha yek din ji karên vê nawend û rêkxirawan, nûkirina wan cihane ku bûyer lê qewimîne û bi alikarî wergirtina ji xelkê, rêha hevkarî û bihevrekarkirinê kirine ferhengen herî baş li Kurdistanê û bi piştgirêdana bi hêza xwe, tevî siyasetên Komara Îslamî berbirû dibin û bi başî ji vê mijarê haydar in ku, Komara Îslamî ya Îranê bi hemû awayekê, li dijî Kurd û Kurdistanê ye û bi şewat berdana daristanan û, xemsariya di warên xizmetguzariyên bajarên Kurdistanê de, hewla zêdetir ji perawêzxistina Kurdistanê heye û, di cihê vê de ku li bajarên Kudristanê sermayeguzariyê bike, dixwaze sermayeya weha biçûk li Kurdistanê bibe der û, bi temamî Kurdisyanê siqet bike. Lewra eva xelik bi xwe ne ku, parêzer û xemxorên Kurdistanê ne.