Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirsa Kurd û pêwendiyên bi Rojava re Di gotûbêja digel xatû Çinar Se’d Ebdullah ...

13:19 - 3 Kanûna pêşîn 2014

Pirsa Kurd û pêwendiyên bi Rojava re
Di gotûbêja digel xatû Çinar Se’d Ebdullah endama Civata Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê


H: Kurdistan

Çinar Se’d Ebdullah: “Bêguman serweta neftî ya Kurdistanê bo neteweya Kurd bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî hem bûye sedema gefxwarinan, û hem jî bi hêziya wê. Lê ya ku dikare zêdetir wan serwet û samanan jêre bike xêr û bêr û hêza piştevanî, çawaniya birêvebirina van samanan e”.

Xatû Çinar Se’d Ebdullah hilgirê bawernameya dukturaya civaknasiyê ye, û ji sala 2001-2004’an mamostaya zankoyê bûye, û di sala 2005’an de endama parlemênta Kurdistanê bûye.

Di sala 2006-2009’an Wezîra Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan bûye di kabîneya pêncemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Mamostaya wanebêjiyê ye di kolêja Adab beşa civaknasiya êvaran û seroka Enstîtûya Kurdî ye bo Vîktomolojiyê, û berengarbûna jînosaydê. Niha ew endama serkirdayetiya PDK’ê û berpirsa karûbarên pîşeyî di desteyên cemawerî û pêşeyî yên PDK a başûra Kurdistanê de ye. Xatû Çinar Se’d Ebdullah xeynî zimanê Kurdî şarezayî di zimanê Frasî û Erebî de heye, û bi zimanê Îngilîzî jî diaxive.

1- Gellek caran ku bas ji têkiliyên baş ên niha ên Herêma Kurdistanê di gel welatên Rojava tê kirin, bîreweriya tall ya niskoya şoreşan û herwisa demkî bûna piştgiriyên wan têne bîra me.

Bi baldan bi hilkişiyan û daketina berdewam ya van pêwendiyan ku gellek caran ji bo me Kurdan karesatbar bûye, we jêve ye ku rewş hertim li gorî berejewendiya Kurdan bûye? Yan piştî derbazbûna vê qonaxê û verevîna metirsiya DAÎŞ’ê Rojava wê cardin pişta xwe bide daxwaziyên Kurdan?

Bersiv: Pirsa tevgera civakî pirseke hertimî ye, û jiyana mirovatiyê jî hertim di nav guherînkariyan de ye, bi vî awayî jiyana siyasî jî ku beşek e ji menzûmeya giştî ya jiyana civakî, her tim guhertin bi ser de tê.

Di van guherînkariyên berdewam de, ya ku gellek giring e ku serkirde û siyasetvanên Kurd berçav bigrin:

1-Mifahwergirtin ji ezmûnên berê, û derfet nedana bi ducarîbûna şaşiyan, çi di reftara hêzên siyasî bi hevre, li ser asta navxwe ya Kurdistanê, û çi jî di reftara bi derdorê û welatên herêmî û cîhanê re.

2- Bi awayekî siyaset bihê kirin ku bi awayekî berdewam, yan aliyê kêm bo heyameke dûr û dirêj Kurdistan bibe beşek ji berjewendiya welatêbn Rojava û dost.

3-Bi awayekî siyaset bihê kirin ku di birêvebirina kirîzan de zêdetir rastbîn bin.

Bi berçavgirtina van çend xalan, di vê rewşa hestiyar de ku herêm têketiye, Kurdistan ji qonaxa bi qurbanîbûnê rizgar dibe.

Pirs: Obama di şeş salên borî de bi vê dihate naskirin ku di siyaseta derve de gellek parêzkar e, û xwe ji şer û kêşeyan dûr dixe, lê li ser Kurdan biryara şereke nû li derveyî sînorên Amerîkayê derkir. Alman aliyê kêm piştî şerê duyemîn ê cîhanî bi awayekî fermî çek ji tu aliyekî re neşandiye ku dewleteke serbixwe nebe, lê ji bo Kurdan ew yek kir, sedema van guhertinên dîrokî çi ne?

Bersiv: Sedem du alî ne. Beşek pêwendiya rasterast bi rikeberî û berjewendiya wan welatan ve heye di herêmê de, û metirsiya gefxwarinên DAÎŞ’ê bo ser ewlehiya wan welatan. Sedema duyemîn pêwendiya wê bi vê pêgeh û baweriyê ve heye ku Herêma Kurdistanê di dema deshilatdariya xwe de, kariye ku li ser asta navdewletî çê bike, Herêma Kurdistanê kariye ku heya astekê serkevtî di demokrasiyet û hilbijartin û çendhizbî û destawdestkirina deshilatê di herêmê de nîşanî cîhanî bide, herwisa Herêma Kurdistanê di vê yekê de jî serkevtî bû ku karî berbirûyê teror û terorîstan bibe, û ji vî agirê ku çend sale dewleta Îraqê di nav de dişewite, xwe biparêze, û herêmeke aram û avedan ava bike.

Her ew yek jî bûye sedem ku bi dehan û sedan kompanyayên cîhanî rû li vê herêmê bikin û bi lez ev herêma geşe bike. Dîroka pêkvejiyana tewahiya pêkhateyên olî û neteweyî di Kurdistanê de, ezmûneke serkevtî û dewlemend e ku bala hemû cîhanê bo aliyê xwe rakêşaye.

Her vê yekê jî wisa kiriye ku tewahiya ayîn û ayînzayên din, ku di herêmên din de ketine ber gefê, rû li vê herêma aram bikin. Îro rojê di Herêma Kurdistanê de bi milyonan aware jiyanê dikin, eva jî serbarê zexta zêde ya Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê û birîna bijîva jiyana xelkê ye.

Hebûna pêşmergeyên Kurdistanê û berbirûbûna gefên DAÎŞ’ê wekî xaleke din ya hêza herêmê tê hesibandin, ew hemû bi hev re bûne sedem ku di asta navdewletî de piştevaniya gelê Kurdistanê bê kirin.

Pirs: Çima serbarê germ û gurriya pêwendiyên Kurd û Rojava hest tê kirin ku li hemberî hêzên herêmî ên wekî Îranê û heta Hikûmeta Nawendî ya Îraqê de, giraniya Kurdan daketiye. Gelo bi raya we pêwendiyên Kurd û Rojava dikare rojekê bigihîje astekê ku Kurd di bazineya daxistî ya hêzên herêmî ên xwe de derbaz be û bandora wan li ser Kurda bê lawazkirin?

Bersiv: Neteweya Kurd digel gelên din yên herêmê bi Tirk û Fars û Ereb ve, dîrokeke dûr û dirêj ya pêkvejiyan û cîranetiyê hene. Herçend ku di piraniya rawestgehên dîrokî de neteweya Kurd her tim ji aliyê wan neteweyan ve zulm li wan hatiye kirin, û hatiye çewsandin, û hatiye piştguhxistin, lê bi vê siyaseta wan ya leşkerî û siyaseta çewsandinê qet nekarîne ku wan ji nav bibin, yan wan paşgez bikin ji serhildan û şoreşên wan di pêxema azadî û serbixweyiya gelê Kudristanê.

Bi boçûna min ew du welat, şaşiyên gellek mezin dikin, hekî bixwazin ku bi heman eqliyeta berê bi Kurdan re reftarê bikin. Giranî û ezmûna serkevtî ya demokrasiyê di Herêma Kurdistanê de û pêwendiya berfireh ya vê herêmê bi gelên Rojava re, û berjewendiya welatan li serwet û samana herêmê de, û hebûna cîraneke cihgir û aram û dewlemend, ew qas berjewendiya wê bo wan welatan heye ku cihê tirsê nine bo wan, belkû Bexda û dewleta Îranê dibe vê yekê bizanin ku çi di mana Herêma Kurdistanê de di gel Îraqê, û çi jî di dema serbixweyiyê de, gelê Kurdistanê her wekî cîranê wan welatan dimîne, û di berjewendiya her du welatan de ye, ku pêwendiyên bazerganî, û ferhengî û dîplomasiyeke tund û bi hêz bi cîranên xwe re hebin, ne berevajiyê vê yekê. Jiber ku ew siyaseta tendirust berjewendiya wê bo tewahiya gelên herêmê heye.

Hêvîxwaz im ku ew gihîştibine vê encamê ku xeynî pêwendiya bi gelê Kurdistanê re, û qebûlkirina wek xwe, tu vebijêrkeke din di ber destên wan de tune be ku berjewendiya wê bo her du aliyan tunebe.

Pirs: Faktera petrola Kurdistanê heya çi astekê dikare alîkar yan geffxwarineke be bo ser statûya Kurd bi giştî û Herêma Kurdistana Başûr bi taybetî û pêwendiyên navneteweyî ?

Bersiv: Gellek caran ez vê pirsê ji xwe dikim, ku hekî hilkevta xaka Kurdistanê di herêmeke hejar di warê serwet û samana ser erdê û jêr erdê ba, neteweya Kurd wê ew hemû neyar hebana? Gelo niha ew neteweya, xwediyê dewleta xwe ya serbixwe nebû? Gelo her bi sedema dewlemendiya xaka Kurdistanê nine, ku çavên hemiyan li ser vê xakê ye, û rikeberî li ser heye? Bêguman serweta neftî ya Kurdistanê bo neteweya Kurd bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî hem bûye sedema gefxwarinan, û hem jî bi hêziya wê. Lê ya ku dikare zêdetir wan serwet û samanan jêre bike xêr û bêr û hêza piştevanî, çawaniya birêvebirina van samanan e.

Şêweya bikaranîna van samanan gellek hestiyar e. Bi sala ye ku serokatiya herêmê, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî wraî de gellek pêngavên dîrokî hilgirtine, tevî gefên gellek mezin û astengiyan ku heya niha jî berdewam in, lê herêmê karî ku di pêşvebirina vê kertê de li ser asta navxwe kêşeya sotemenî û elektirîkê bo navxwe heya asteke zêde çareser bike, û di vî warî de jî serbixwe bin, û li ser asta derekî jî mezintirîn kompaniyayên cîhanî bo sermayedanîna li ser vê kertê rabikêşe Kurdistanbê, û di encam de berjewendiya welatên mezinhêz bê herêmê.

Tevî dijwariyeke zaf, lê rastiyek heye ku ew jî eva ye ku Herêma Kurdistanê di vî warî de, ber bi pêşve pêngavan hildigre, û eva jî di berjewendiya gelê Kurdistanê ye li her çar perçeyan de.

Pirs: Di têkiliyên niha yên Herêma Kurdistanê bi cîhana derve re, berjewendiyên Kurd bi giştî çi rengdaneveyek hene? Bo mînak gelo kar li ser vê hatiye kirin ku anîna ber basê ya pirsa Kurd di parçeyên din de jî, bibe beşek ji dîplomasiya herêmê?

Bersiv: Rast e ku Kurdistan di warê serbixweyiya birêvebirinê de, tenê ezmûn e ji bo tewahiya Kurdan di herêmê de û çavên hemû kesekî li ser e.

Lê eva ne bi vê wateyê ye ku kêşeya Kurd di herêmê de bi dawî hatiye. Jiber ku pirsa Kurd di beşeke Kurdistanê cuda nine ji beşên din ên Kurdistanê. Her eva jî bûye sedem ku hekî beşeke Kurdistanê bikeve ber gefê, serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê di herêmê de, tewahiya hewlên dîplomasî û serbazî ên xwe bixe ger ji bo parastina wê. Mînaka bi hawar de hatina Herêma Kurdistanê li ser Kobanê, û şandina hêza piştevanî û çekan ji bo Kobanê, yan beşdarîkirina pêşmerge û şervanên beşên din ên Kurdistanê li eniyên Mexmûr û Kerkûk û Şingalê. Eva serbarê wan hewlên eşkere û veşartî ne ku her tim herêmê dane bo çareserkirina pirsa Kurd di Bakûr û Rojava û Rojhilat.