Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka Dr. Qasimlo ‘’Kurdistan û Kurd’’ bi kurmancî derket

01:47 - 23 Tebax 2012

Kurdistanemdia: Pirtûka “Kurdistan û Kurd” a nivîsandina şehîd “Dr. Qsimlo” bi Kurmancî hat wergerankirin.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, pirtûka “Kurdistan û Kurd” a nivîsandina şehîd “Dr. Qsimlo” bi Kurmancî hat wergerankirin.
Di çarçoveya xebatên Weşanxaneya Lîsê li Amedê de, dor giha pirtûka lêkolînî a siyasî û aborî ya Dr. Qasimlo bi navê ‘’Kurdistan û Kurd. Ku karê wergeran û lêanîna wê ji soranî ve bo kurmancî, ji aliyê nivîskar Ziya Avci ve hatiye encamdan.
Şehîd Qasimlo bi hûrgilî li ser rewşa aborî û siyasî ya her parçeyekî Kurdistanê rawestiyaye û daneyên balkêş pêş me kirine. Dema ku mirov berhemê dixwîne, ji ber hînbûna tiştên gelekî balkêş û girîng kelecan li mirov radibe.


“Kurdistan û Kurd’’ heştemîn pirtûka Lîsê ya rêza bi navê Lêkolînên Kurdewarî, li ser rewşa Kurdan a siyasî û aboriya Kurdistanê ya beriya sala 1965’an e, ku di vî warî de çavkaniyeke serekî ye.
Tê zanîn ku pirtûk cara pêşîn bi Çekî hatiye nivîsîn, lê çapa wê ya yekemîn bi Slovakî di sala 1964’an de derçûye.
Paşê li Pragê û li Londonê du çapên pirtûkê yên bi Îngilîzî derçûne. Çapa pirtûkê ya bi ‘Erebî cara pêşîn ji ber çapa wê ya bi Îngilîzî derketiye. Bi dû re, pirtûk di sal û deverên cuda de bi gelek zimanên din çap bûye.
Navdartirîn û girîngtirîn berhema Dr. ‘Ebdurrehman Qasimlo, ku têza wî ya doktorayê ye jî, pirtûka Kurdistan û Kurd e. Lêkolînên wî, şêweyê akademîk û zanistî li xwe digre û ji ber wê, berhemek dewlemend û kêmwêne û çavkaniyek pirr baş e.