Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pişikdariya şandek ji PDKÎ li 7’mîn kongireya KCD li bajarê Diyarbekirê

20:37 - 12 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Şandek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di 7’mîn Kongireya Civaka Demokratîk KCD li bajarê Diyarbekir a welatê Tirkiyê de beşdarî kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di 6’ê Îlona 2014’an de, şandek ji PDKÎ bi serperestiya Mihemed Salih Qadirî, endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ, li ser gaziya fermî a 7’mîn kongireya civaka Demokratîk KCD, beşdarî kongireya han kir û peyama PDKÎ pêşkeşî berhevbûyan kir.

Di perawêza karê kongirê de, şanda PDKÎ bi komek ji kesatiyên siyasî û rojnamevan û aliyên beşdar di kongirê de, hevdîtin pêk anîn û bi çend kenalên telefizyonî re, şirove û lêdwan kirin.

Qadirî ji aliyê kenala TRT6ê ve ku kanalek fermî a dewleta Tirkiyê ye bo pirograma, Yek û Yek Siyaset, ku bi awayek zindî tê weşandin, hat gazî kirin û di vê pirogramê de, derheq bi rewşa Kurdên Rojhelata Kurdstanê û Rejîma Îslamî a Îranê û xebata PDKÎ de, axivî.

Pişkek berçav ji partî û aliyên siyasî yên tev parên Kurdistanê ku di vê kongirê de pişikdar bûn, mijar û gotarên xwe pêşkeş kirin.

Deqa peyama Deftera Siyasî a PDKÎ di 7’emîn kongireya KCD, tevî pêşwaziya heyeta kanseya kongirê bi vî awayî bû:
Birêz Kongireya Civaka Demokratîk (KCD)

Tevî silavên xebat û berxwedanê

Di serî de dixwazim ser navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê - PDKÎ pîrozbahiyekî gerim ji Kongireya 7’mîn a we bikim u hêwiya serkevtinê di karûbarê we da bixwazim.

Wek dizanin Kurd mezintirîn neteweya bêdewlet di asta cîhanê de ye û ew pêwerên wek ziman, ax, dîrok, kultur, abûrî û îradeya hevbeş, tebîra netewebûna gelê kurd dikin. Lewma xebata gelê kurd berî ku bo rizgarî ji bindestiyê be , xebat bo nasnama netewî ye.

Gelê kurd di çend qonaxên dîrokî de rastî gelek tirajîdî û jenosîd û parçekirinan bûye û ji aliyê sîstemên serdest ve tim û tim pirojeya bê mafkirin û helandina nasnama netewî ya kurd û kurdistanê hatiye dayîn.

Lewma xebata Kurdan berî her tiştî xebat bo xwe parastin û bi destxistina mafên netewî a xwe bûye .

Ew xebata han her dem tevî xebat ji bo nasnama neteweyî, girêdayî bi esasgirtina pirensîbên bihagirane wek: Kerameta mirovî û demokrasî û dadperweriya civakî bûye.

Ji hêla neteweyî ve, ew siyasetên sîstematîk a dagîrkerên Kurdistanê di sedsala bihurî de ku bo bêmafkirin û asimîlekirina Kurdan hatiye meşandin, mezintirîn metirsî bûye bo ser tevgera azadîxazî a Kurdistanê.

Bi nerîna me pêşmercên bihewre man û jiyana bi aştiye netewan di coxrafîyayek hevbeş de, berî her tiştî qebûlkirina maf û nasnama wek yek bo tev neteweyan e.

Ji bo çareseriya wan pirsgirêkên han em wek PDKÎ di Îran û Rojhelata Navîn de sîstema fediralî bi munasib dizanin, bo çareseriya hemû pirsgirêkan di her qonaxekî de me bawerî bi diyalog û çareserîya aştîyane heye.

Em dijî terorîzmê bi her şikl û di her cihekê de ne û vê kiryarê çi ji aliyê dewletê be ,yan jî aliyê sazîyekê we be protesto dikin.

Wek hûn dizanin rejîma Îslamî ya Îranê ji roja yekem a hatine serkarê xwe ve heya niha, siyaseta terora navdewletî bi rêve biriye.

9382.jpg


Wê rejîmê Hem di hundir de xelk kuştîye û terror kiriye, hem jî li welatê derve ew kare meşandiye; Terorkirina Dr. Qasimlo li ser maseya diyalogê (13’ê Tîrmeh a 1989’an) û terorkirina Dr. Sadip Şerefkendî di 17’ê Îlona 1992’an de û di encamê de dadgeha Mîkonosê, baştirîn belgehên terorizma vê rejimê ne.

Ew rejîme ne ji bo xelkê Îranê aştiyê dixwaze û ne jî bo welatên cîran û cîhanê. Destêweradana vê rejimê di karûbare Îraq, Sûriyê, Lubnan û Felestinê belgeha wê rastiyê dide eyanê.

Em hêvîdar in ku ew pêvajoya çareseriya pirsa Kurd di Tirkiyê de ber bi serkevtinê ve here û şer dawî pê bêt, ji ber ku deskewtên aştiyê hem bo gelê Kurd û hem bo Tirkiyê gelek zêdetir in ji wan bedelên ku li şer da ji dest didin.

Em bawer in ku ger rayedarên Tirkiyê bixwaz in dikarin bo çareseriya pirsa Kurd û firehkirina demokrasiyê di nav welatên Rojhelata Navîn de rola pêşengiyê hebe û bibe minak a demokrasî û bi hevre jiyana netewe û ol û etnîkên cuda cuda.

Bi hêviya serkevtin bo weha paşerojeke dixazin û dibêjin: Ne bo şer û malwêraniyê , ne bo zordestî û asimîlekirinê , belê bo aştî û demokrasiyê , belê bo wekhevî û jiyana bi rûmet .

Derheqî weha rewşekê ku niha di Rojhelata Navîn de hatiye pêş, bi berçav girtina xebata ber bi pêş a tevgera Kurdistanê di hemû parçên xwe de, em wek Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê - PDKÎ pêdagiriyê li ser yekîtî û hevkariya hemû hêz û sazîyên siyasî û civakî û rewşenbîrî dikin, daku li ser riha hevqebûl kirin û bi hevra karkirinê bikaribin di vê dema hestiyar de di hember pîlanên reş yê herêmî û metirsiya girupên terorîstî de berevaniyê ji serweriya xelkê Kurdistanê bikin û bo destxistina azadî û mafê Kurdan dest bidin hevûdu.

Serkevtî bin.

Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ
6’ê Îlona 2014’an