Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevanî kirin ji Kobanê di piraniya bajarên Kurdistana Rojhelatê de dirêje heye

15:03 - 14 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyên Kurd li bajarên Kurdistana Rojhelatê de bo çendemîn car piştevaniya xwe ji Kobanê re îlan kirin û girupa terorîstî ya DAÎŞ’ê protestokirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 14’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, li bajarê Urmiyê bi siloganên “Bijî Kurdistan û Kobanê em bi te re ne” hemwelatiyên Kurd rijiyane ser kolanan bo çendemîn car piştevaniya xwe ji Kobanê re ragehandin û girupên terorîstî şermezar kirin.

Xwepêşandana berfireh ya hemwelatiyên Kurd li şehreka Welî Esr bo şehreka Abyarî ya bajarê Urmiyê dest pê kir û berxwedana Kobanê bilind nirxandin.

Hêjayê gotinê ye, îro Sêşemî bo çaremîn car li bajarê Urmiyê meşeke berfireh bo piştevanî kirin ji berxwedana Kobanê demijmêr 4 êvarê bi dema Tehranê, tê lidarxistin.

Ew xwepêşandane îro demijmêr 4’ê êvarê bi dema tehranê li şehreka Danişgahê bo şeqama Cinûbî (Başûr) bi siloganên “Bijî Kobanê, bijî berxwedana Kobanê û bijî Kurdistanê” tê lidar xistin.

Di vê pêwendiyê de li bajarê Riwanser a ser bi parêzgeha Kirmanşanê duhu roja Duşemî xwepêşandaneke berfireh ya welatiyên Kurd di piraniya kolan û taxên wî bajarî de bi rêve çû.

Ew xwepêşandana hevwelatiyên Kurd bo piştevanî kirin ji Kobanê û berxwedana Kobanê hatibû lidarxistin û ciwanê Kurd yên bajarê Riwanserê piştevaniya xwe ji Kobanê û berxwedana Kobanê re ragehandin.

Herwiha rojên borî li bajarên Tehran, Hemedan, Şîraz, Urmiye, Îlam, Kirmanşan, Merîwan, Seqiz, Sine, Rebet, Pîranşehr, Dêhgolan, Bîcar û ....hwd, meşên berfireh bo piştevanî kirin ji Kobanê û mehkûm kirina cinayetên girupa terorîstî ya DAÎŞ’ê, protesto kirina welatên ku piştevaniya DAÎŞ’ê dikin, bi rêve çûn.