Kurdistanmedia: Piştî belavbûna gaziya “Şirîn Îbadî” di pêwendî li gel rizgarkirina canê girtiyên siyasî ên di rewşek nebaş a cesteyî di girtîgehên rejîma Îranê de ne, PDK Îranê piştevaniya xwe ji wê gaziyê nîşan da.
Deqa daxuyaniya piştevaniyê bi vî awayî ye:
Şirîn Îbadî çalakê warê mafên mirovan û serkeftiya xelatê “Aşitî Yê Nobelê”, di gaziyekê de tevî mehkûmkirina can ji destdana biguman û îşkenceya girtiyên siyasî di gitîgehên rejîma Îranê de û gefên li ser canê wan girtiyan, daxwaz kiriye ku “Nergiz Mihemedî”, Mihemedsidîq Kemûdvend” û “Husên Rewneqî Melekî”, sê girtiyên girtîgehên rejîma Îranê ku tûşî nesaxiyên metirsîdar bûne û canê wan di xeterê de ye, bibê şert û merc serbest bihên berdan.
Paertiya Demokrat a Kurdistana Îranê, weke alîgirê hertimî yê mafên mirovan, piştevaniya xwe ji gaziya “Şirîn Îbadî” radigehîne û bi hurmet ve dinêre hewlên her aliyekê pêdagir li ser mafên mirovan di wê pêwendiyê de.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
7’ê Hezîrana 2012’an a Zayînî
18’ê Cuzerdana 1391’an a Rojî