Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî du roj hewl û têkoşan kongireya sêyem a YJDKÎ bi dawî bû

15:28 - 3 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Kongireya sêyem a Yeketiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê, piştî du rojan karê berdewam bi hilbijartina desteya rêveberî ya giştî bi dawî bû.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, paş nîveroya roja Pênçşemî 1’ê Çileya Paşîn a 2015’an, piştî birêvebirina rêûresmek bo vekirina sêyemîn kongireya YJDKÎ di bargeha wê saziyê de, bi fermî pirogirama xwe ya karî dest pê kirin û heyamê du rojan karê kongirê dimandin, roja Înê 2’ê Çileya Paşîn a 2015’an ew kongireya bi dawî hat.

Di rûniştina yekem a kongirê de, meşrûiyet bo kongireya sêyem û nav, yobîl û silongana wê kongirê hat wergirtin.

Kongireya li jêr navê “Kongireya ser xistina îradeya jin” û bi derûşma “Pêşengiya jina Kurd di pêxema pêşerojeke azad de” bi fermî dest bi karên xwe kirin û peyama heyeta amadekarî a kongireya sêyem ji aliyê Ronak Fethî ve hatibû xwandin û paşan raporta lêjneya amadekarî a kongirê hat pêşkeşkirin.

Di biregeya duyem de arma YJDKÎ pejirandin û piştre raporta Civakî – Siyasî a rêveberiya giştî a YJDKÎ hat pêşkeşkirin û endamên beşdar di kongirê de ra û bûçûnên xwe li ser raporta Civakî – Siyasî anîne ziman.

Paşan raporta Civakî – Siyasî rêveberî a giştî ya YJDKÎ ya kongireya duyem xistine ber dengan û pejirandin.
Herwuha di birgeya din a roja yekem ya kongirê de raporta kar û çalakî ya rêveberiya hilbijartina kongireya duyem a YJDKÎ xistine ber dîd û ra û nerîna amadebûyên kongirê û endamên kongirê bi hûrî axaftin li ser raportê kirin û paşan xistine ber dangdanê û ecibandin.

Di rûniştina yekem a di roja Înê 2’ê Çileya Paşîn a 2015’an, raporta kar û çalakiyên YJDKÎ li Ewropa û Amerîka hat pêşkeşkirin û paşan ji aliyê endamên kongirê ve axaftin li ser hatkirin û paşan ji aliyê kongirê ve deng wergirt.

Di birgeya din de pêdeçûn li ser pirogiram û peyrewa hundir a Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê hatkirin û beş bi beşê bernamê bi hûrî hat xwandin û paşan ji aliyê endamên kongirê ve axaftin li ser hatkirin û dengê jêre hat dayîn û hat pejirandin.

Rûniştina dawî a sêyemîn kongireya YJDKÎ li gor biryara kongirê, 9 kes weke endamê rêveberiya sereke û 5 kes jî weke endam cêgir hatin hilbijartin.

Fatîme Osmanî, Rojîn Behramî, Behar Rostemî, Nermîn Osmanî, Şine Salihî, Şine Dirûdger, Mehtab Xizrî Çopî Mirutî û Zekiye Sidqî ji aliyê endamên kongirê ve weke endamên rêveberî yê sereke hatin hilbijaritin.

Her di hola birêvebirina kongirê de desteya rêvberiya eslî ya hilbijartina kongireya sêyem yekemîn civîna xwe birêve birin û Fatime Osmanî weke sekretera giştî ya Yeketiya Jinên Demokrat a kurdistana Îranê hilbijartin.

Di wê pêwendiyê de, di navbera birgeyên rûniştina kongirê de peyemên ku bo sêyemîn kongireya YJDKÎ hatibûn ji aliyê endamên kongirêve hatin xwandin.
Piştî du rojan karê bedemam a hewl û tekoşîna endamên sêyemîn kongireya YJDKÎ bi serkevtî bi dawî hat.

Alboma hejmara Yek (1)



Alboma hejmara Du (2)