Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî vê ku kongireya çaremîn ya YXDKÎ bidawî hat, me bi hewce zanî ku....i derheq şêweya

12:41 - 9 Kanûna Paşîn 2014

H: Hîwa Mîrzayî

Piştî vê ku kongireya çaremîn ya YXDKÎ bidawî hat, me bi hewce zanî ku li derheq şêweya birêveçûna vê kongireyê û pirojeyên YXDKÎ bo piştî kongireya çaremîn bi sekreterê YXDKÎ birêz Keyhan Yosifî re hevpeyvînekê pêk bînin, ku deqa vê hevpeyvînê bi vî awayî ye:

Pirs: Birêz Kêyhan Yûsifî Kerema xwe hinek li ser şêwaz û çawaniya pêkanîna kongireya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji me re bas bikin?

Bersiv: Li gorî bername û peyrewa navxweyî ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê (YXDKÎ), ew rêkxirawa her du salan carekê dibe kongireya xwe birêve bibe, bo vê armancê jî, di komîteyên cuda cuda ên vê rêkxirawê de çend mehan amadekarî bo girtina konferans û karûbarên pêwendîdar bi kongireyê tê kirin.

Nûnerên beşdarbûyî di kongireyê de, di konferansan de têne hilbijartin, û di kongireyê de jî dest bi behs û gengeşeya li ser mijarên diyarîkirî ên kongireyê dikin ku ji aliyê Lêjneya Birêveberî û li gorî pêrewa navxweyî hatine amadekirin.

Bi baldan bi rewşa xwendekarî ya navxweyî a Îranê, gelo bi raya te girtina kongireyê dikare çi watayek hebe?

Bersiv: Ya yekemîn peyama kongireyê û bawermendiya bi demokrasiyê ye. Jiber ku hilbijartin û girtina kongireyê bo her rêkxirawekê bas ji bawermendiya bi demokrasiyê û demokratîkbûna vê rêkxirawê dike.

Lewra kongire dikare wateya demokrasîxwaziyê bo xwendekarên navxwe yê Îranê ku li jêr tepeseriya dîktatoriyê de ne, hebe, û herwisa bi berçavgirtina diruşma kongireyê wate “Yekbûna gotara bizava xwendekarî ya Kurd” peyama bihevre xebatkirin li jêr sîvana gotareke hevbeş û neteweyî de, dide çalakên xwendekarî ên navxweyî, ku pêdagirî li ser vê rastiyê dike ku remza serkevtina me di yekbûn û yekdengiyê de ye.

Gelo hûn rewşa xwendekarên Kurd di Îranê de çawan dinirxînin?

Bersiv: Xwendekarên Kurd jî wekî xwendekarên din ên Îranê li jêr zulma deshilatê de ne, û bêguman di rewşeke baş de nînin. Hem di warê perwerdehî û xwendinê, û hem jî di warê çalakiyên xwendekarî û mafên xwe de.

Hatina Rûhanî digel propagendeya vekirîbûna rewşa siyasî, û bi taybetî rewşa zanîngehê, û çalakiyên xwendekarî hevdem bû, lê rastî ew e ku vekirîbûna rewşa siyasî û civakî, di çarçoveya sîstema Komara Îslamî de, tişteke zehmet e, û bê guman hatina Rûhanî jî nikare xwendekaran xatircem bike bo desteberbûna mafên wan.

Pirs: Gelo YXDKÎ şiya ye ku di warê rêkxistinî ve, li Îran û Kurdistanê rola xwe bilîze?

Bersiv: Belê bi berpirsayetî ve ez dikarim bêjim ku şiya ye, lê em û hevalên xwe, di kongireyê de, em li ser vê baweriyê bûn ku YXDKÎ xwediyê pitansiyel û şiyaneke gellek zêdetir e bona vê ku bikare rêkxistinên xwe berfirehtir bike, lewra yek ji rasipardeyên Kongireyê ew bû ku ji bo gihîştina bi armancên xwe yên xwendekarî, giringiyeke zêdetir bi karûbarên navxweyî ên Kurdistan û Îranê bide.

YXDKÎ di derbazbûyî û heya niha jî, yek ji erkên xwe ên herî serekî, birêkxistinkirina xwendekarên Kurd dizane, û bê guman felsefeya YXDKÎ jî birêkxistinkirina çalakiyên xwendekaran li derveyî welat bûye.

Pirs: Program û pilana bihêt ya xwendekaran bo rêkxistin û karê rêkxiraweyî di Kurdistanê de wê çawa be?

Bersiv: Di rastî de baskirina ji program û pilanan bo rêkxirawekê ku ji aliyê deshilatê ve bi nafermî tê nasîn, û bawermendî bi deshilata zal nine, û rê çareyê bi nebûna deshilata niha di civakê de dizane, nikare di ragehandinê de bi awyaê eşkere bas lê bike, û bi tayetî di karûbarên rêkxistinî de, tewaya hewldanên me ew e ku li gorî çawaniya karûbarên xwe, û li gorî naweroka tevgera xwendekarî em çalakiyên xwe di biyavê hişyarkirina civaka Kurdistanê û geşandina koltorî, û gotara neteweyî zêdetir ji caran bikin.

Pêwendiyên xwe digel rêkxiraw û çalakên xwendekarî ên neteweyên bindest ên din ên Îranê, ku em bihevre xwediyê jiyaneke hevbeş in, zêdetir bikin, û em hewlê bidin ku hevpêwendiyeke qahîm bi wan re pêk bînin, û bi hevre em pêngavên xwe bikne yek, bo gihîştina bi armancên xwe.