Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 106 hezar kas li Sûriyê hatine kuştin

22:12 - 10 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Bizava Çavdêriya mafê mirov li sûriyê (ÇMMS) di daxuyaniyekê de ragihand, li destpêka şer û pevçûna li Sûriyê haya 9’ê Tebaxa 2013’an, 106 hezar û 423 kes hatine kuştin.
Bizava Çavdêriya mafê mirov li sûriyê ragihand, di nav wan kuştiyane de 53 hezar û 851hevwelatiyên sivîl in ku li nav wan sivîlane de 3607 keç û jin ku temenê wan ji 18 saliyê zêdatire û 5553 zarok jî hen ku hatine kuştin.
Li gora daxuyaniyê, di nava hejmara kuştiyan de, 15 hezar û 191 welatiyên sivîl yên ku çek rakirine û her wiha 2 hezar û 106 leşkerên ku ji artêşa rêjîmê cuda bûne, hene.
Bi gotina Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê, ji destpêka şoresê ve, 26 hezar û 853 leşkerên rêjîmê hatine kuştin.
Rêxistinê diyar kir ku 2 hezar û 680 kuştiyên nenaskirî jî hene ku wêne û vîdyoyên wan li cem hene.
Herwih, 3 hezar û 198 çekdarên biyanî yan çekdarên nenas jî li Sûriyê hatine kuştin.
Li gora rêxistinê ku navenda wê li Lendenê ye, 17 hezar û 564 çekdarên alîgirên rêjîmê ango Şebîhe û 171 çekdarên Hizbulayê Libnanê jî hatine kuştin.
Rêxistina bi navê Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê eşkere kir ku ew amar, bêtirî 10 hezar girtî û wendayên di nava girtîgehên rêjîmê de li xwe nagire.
Herwiha bêtirî 4 hezar leşker û şebîheyên ku di destê artêşa Azad de dîlên, li xwe nagire.
Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê di dawiyê de diyar kir ku, hejmara rast ya kuştiyên artêşa azad û artêşa rêjîmê gelekî zêdetirî van hejmarane, ji ber ku herdu alî zanyariyên di vê derbarê de nadin.

Rûdaw