Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê “FTA” yê Kirmaşanê hevwelatiyek Kirmaşanê gazî kir

20:54 - 29 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Wirya Ferehmend, karmendê Îdareya Post û Gîjandinê a Kirmaşanê bo Polîsê “FTA” a Kirmaşanê hat gazîkirin.


Li gor rapora nûçegihaniya Mikriyanê, hevwelatiyek Kurd yê xelkê “Bayingan”a serbi bajarê Pawe li Parêzgeha Kirmaşanê, bi navê “Wirya Ferehmend” bo Polîsê “FTA” hat gazîkirin.
Li gor daxwaznameyek ku gihîştiye destê “Ferehmend”, ji navbirî daxwaz hatiye kirin ku di dema 72 demjimêran de xwe radestî polîsê “FTA” yê parêzgeha Kirmaşanê bike.
Di nameya han de sedemên gazîkirina wî nehatiye eşkerekirin, lê di dema ku “Ferehmend” xwe radest kir, li gor xwasta dezgehên Qezayî ên rejîmê wê riftarê pêre bikin.
Navbirî berê jî ji aliyê îdareya perwerde û hînkirinê yê Ciwanroyê di pêwendî li gel belavkirina hin mijaran û alozkirina bîr û raya giştî di çendîn wêblagên zincîreyî, bo dezgeha Qezayî a rejîmê hatiye gazîkirin.
“FTA” kurtkiriyê Polîsê Mecazî Yê Hêza Întizamî a Rejîma Îranê Ye.