Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Profsor Ekaşe: Çi cihek dinyayê erdheja 6 şîrşterî kuştiyan nade

14:17 - 13 Tebax 2012

Kurdistanamedia: Profsor Ekaşe di hevpeyvînekê li gel “Îlna” de sedemên xesara zêde a erdheja Azerbaycanê bi nebaşbûna saxtara gund û bajaran da zanîn û got; birêveriya kirîzan a Îranê pirsgirêkên zêde hene.


Profsor Behram Ekaşe ku bi bavê zanista erdhejnasiya Îranê hatiye naskirin, di got û bêjekê li gel “Îlna” de ragihand ku me şans aniye ku erdheja Azerbaycanê demjimêr 5’ê Êwarê bûye, ger 5’ê bibêzû ew erdhej qewimîba, weke erdheja Bemê wê çendîn hezar kuştî daban.
Navbirî amaje kir ku li çi cihekê cîhanê erdheja 6 rîşterî kuştiyan nade, belkî herî zêde 10 birîndar jê bicih dimînin. Lewma sedema xesara zêde a Azerbaycanê nebaşbûna saxtar û malên gund û bajarên wê parêzgehê ye û eva jî nîşana zêdebûna pirsgirêkan di birêvebiriya navenda kirîzan di qahîmkariyan de ye.
Ekaşe got: Gişt gund û bajarên Îranê ne di astek baş a qahîmiyê de ne û heta ger bajarê Tehranê jî tûşî erdhejekê bibe, wê birîndarên zêde bicih bihêle.
Navbirî pêşbînî kir ku erdhejek 7 rîşterî li benda deverên zincîre çiyayên Elburz, Zagros û Rojhilata Îranê ye. Lewma gerek mîna Japon û Amerîka girîngiyê bi qahîmkariyên xanî û saxtarên gund û bajaran bihê dayîn, heya erdhejek 6 rîşterî me tûşî karesatek mezin neke.
Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê