Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ptir ji 500 gundên parêzgaha Urmiyê ji mifah vergirtin li gaza siruştî bêparin

14:16 - 11 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: 533’ê gund li parêzgeha Urmiyê ku li nêzîkiya 5 Kilomêtriya xeta gazê ne, li gazê bêparin.

Beşa ragehandina saziya gaza parêzgaha Urmiyê bilav kir, heya niha tenê %25 li gundên vê parêzgehê gaz jibo wan hatiye birin.
Çavkanîya han eşkere kir, nawendên pêywendîdar, weke parêzgarê Urmiyê tu pilanekî taybatî jibo xizmetkirina %75’ên wan gundan ku li gazê bêparin, nine.

Berpirsiyarê saziya Gaz a parêzgeha Urmiyê sebebê bêpar bûna xelkê wan gundan li gazê bi nedana pere ji alîyê wezareta nawxwe a rejîmê vegerand.

Her çend berpirsyarên pêywendî dar soz dabûn ku heta dawiya sala 1391’an dê jibo100 gundên din jî gazê bikêşin, lê heya niha ev yek encam nedane.

Cihê basêye ku piraniya wan gundên ku gaz nine, gundên Kurd akincî ne.