Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PYKS serdana Mekteba Polîtbîroya PDKÎ kir

20:10 - 30 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di rûniştina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Yeketî ya Kurd li Sûriyê de, rewşa her yek ji parên Kurdistan û bi xasmanî Kurdistna Rojava hat gengeşe kirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Sêşemî bervara 29’ê Nîsan a 2014’an, heyeteke Partiya Yeketî ya Kurd li Sûriyê bi serperestiya “Ebdulbaqî Yûsif” serdana Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyetekî Partê ve bi serperestiya Sekreterê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî”ve hatin pêşwazî kirin.

Destêkê de Mistefa Hicrî serbarî bixêrhatina şanda mêvan basek li ser Kurdistana Sûriyê kir û nigeraniya xwe ji rewşa niha ya wê parê li Kurdistanê da zanîn û hêviya yekgirtin û yektebayî navmala Kurdî di vê parê de xwast.

Sekreterê Giştî yê PDKÎ amaje bi desttêwerdana welatên deverê û bi xasmanî komara Îslamî li kêşên Sûriyê kir û li ser yek gutarî û sitratîjiya hevpar a Kurdan ji bo parastina berjewendiya gelê Kurd di Kurdistna Sûriyê de pêdegirî kiriye.

Di vê rûniştinê de Hicrî disorzî û piştîwaniya PDKÎ bo xelkê Kurd di vê parê Kurdistanê û hemû parçên Kurdistanê de kir.

Hicrî bi kurtî li ser rewşa nihaya Kurdistana Îranê basek pêşkeş pêşkeş kir.

Piştre Ebdulbaqî Yûsif basek li ser rewşa Sûriyê û gefxwarinên ser Kurdistana Rojava kir û li ser hevceya yekrîziya gelê Kurd û rakêşana piştîwaniya nerînên cîhanê bo aliyê xebata mafxwaziya gelê Kurd axavtin kir.

Di dawiyê wê rûniştinê de her du Partî li ser berdewamiya pêwendiyan pêdegirî kirin.