Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qadir Îbrahîmî

15:26 - 26 Çirriya pêşîn 2013

Hevpeyvîn: Arif Vêlzî

Qadir Îbrahîmî naskirî bi Mamosta Qadir kurê Xidir, sala 1346’an(1967) li gundê Bêwran a Serê, ser bi bajarê Serdeştê tê dinê.

Qadir Îbrahîmî derheq nasiyariya xwe û PDKÎ weha dibêje: “Sala 1358’an(1979) min li xwendingeha şevê li Rebetê ders dixwend, wî çaxî bajarên Kurdistana Rojhelat di destê Komara Îslamî de bûn û gund û çiyayên Kurdistanê jî di destê PDKÎ û hêzên din ên Kurdî de bûn.

Mamê min bi navê Mihemed Îbrahîm di gundê me de kadrê navçê bû, û Yekîtiya Lawan ava kiribû. Rojekê dema em li xwendingehê vegeriyane mal, mamê min daxwaz ji dersxwanên Bêwrana Serê kir ku di Yekîtiya Lawan de ku wî çaxî bi ”Rêkxirawa Cewanan” dihat naskirin kar bikin, me daxwaza wî qebûl kir û dest avête karê rêkxistinî û piropagendeyî.

Piştî du salan, wate di sala 1360’an(1981) de, ez di dewreya kadriya Lawan de beşdar bûm, û piştî midehekê dîsan di dewreya “Terbiyet Mo’elimî” de beşdar bûm û di gundên derdora Serdeştê de min dest avête wane gotinê, û ez bûme mamostayê şoreşê. Bi vî awayî min PDKÎ naskir”.

Mamosta Qadir tevlîbûna xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman: “Sala 1362’an(1983) piştî xwe rêkxistinek baş Komara Îslamî êrîş anî ser gundên Kurdistanê û cardin gund dagîr kirin. Se’îd Kwêstanî ku wî çaxî berpirsê Komîte Şaristana Serdeştê bû, civînek li avahiya komîtê de pêk anî û têde ragehand ku, gund ji dest me derketin û me tu xwendingeh neman ku hûn têde waneyan bêjin, lewra ez daxwazê ji we dikim ku, herkes dixwaze bibe pêşmergê partiyê û her kes jî naxwaze dikare vegere mala xwe.

Tenê min û Husên nazdar û kesekî din daxwaza komîtê qebûl kir û bi awayekî fermî jî, ji wê rojê ve ez bûme pêşmergê PDK Îranê”.
Qadir Îbrahîmî roja her xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Cejna Newroza sala 1368’an(1989), li hola giştî a PDKÎ li Bolê amadekarî bona cejnê hatibû kirin, Dr. Qasimlo hat û peyamek ji pêşmergan re pêşkêş kir û got, rojnamevanekê li bajarê Mihabadê ji min pirsyar kir ku hûn kengî wê vegerin Kurdistana xwe? Min jî di bersivê de got, 25 salên din. Lê niha ez mizgîniyê didim we ku, em wê di demek gellek kurt de cardin vegerin ser axa xwe û bi azadî jiyana xwe bidomînin.

Gellek kadr û pêşmerge ji armanca gotinên Dr. Qasimlo fam nekirin, lê min zanî ku merema wî gotûbêj û danûstan tevî Komara Îslamî bû. Mixabin bo wan gotûbêjan çû û tu carî bi saxî venegriya Kurdistanê.

Newroza wê salê roja herî xweş a jiyana min bû, jiber ku min yekem car bû rêberê xwe didît û herweha mizgîniya vegeriyanê jî da me”.

Qadir Îbrahîmî di hember de jî roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Em li hola giştî a Komîte Şaristana Serdeştê li “Kunemar”ê bûn û firavîna me goşt bû, ji nişkê ve RDKÎ mûzîkek xemgîn belav kir û bi dû re nûçeya birîndarketina Dr. Qasimlo xwand, wê rojê tu kesî firavîn nexwar û her kesekî di cihê xwe de rondikên hesretê barandin, ew roj gellek nexweş bû û tu carî ji bîra min naçe û herdem weke fîlmekê tê pêş çavên min”.

Mamostayê şoreşê Qadir Îbrahîmî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1383’an(2004) li “Zewiye Sipî”(Nawenda 2’ê y a Kurdistanê), min tevî xanima xwe Xanzad ku Kurdê Kurdistana Başûr e, jiyana hevpar pêk anî, û berhema jiyana me jî du kur in”.

Mamosta Qadir di peyamekê de ji Partiya Demokrat û xelkê Kurdistan re dibêje: “Remza serkevtina me di yekrêzî û yekgirtina me Kurdan de ye, lewra ez di despêkê de daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku hertim yekgirtî bin û yekrêziya xwe biparêzin û paşan daxwazê ji PDKÎ dikim ku her weke di dîroka avabûna xwe de selimandiye ku hertim berjewendiyên xwe gorî berjewendiyên giştî û netewî kirine, niha jî bona yekxistin û yekrêziya Kurdan, hewla lihevhatin û yekrêziyê di navbera hêzên Kurdistana Rojhilat de bide”.

Mamosta Qadir bi vê gotinê hevpeyvîna xwe bi dawî tîne: “ Ez weke xwe vê karê rojnameya Agirî bi karek baş û zêrîn dinirxînim û hêvîdarim ku medya û belavokên din ên partiyê jî karek weha bikin û rêzê ji xebat û berxwedana pêşmergên dêrîn bigirin”.