Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedexekirina kincên kurdî û mehkirina şunasa Kurd di parêzgeha Sine de

14:11 - 10 Kanûna pêşîn 2015

Îdrîs Stwet

Kinc yek ji sereketirîn ferhenga her neteweyekê tê hesibandin û gelê kurd jî yek ji wan netewane ku xwediyê ferheng û kultûr û şunasa xwe ye, û Kurdan jî kincên Kurdî yên taybet bi xwe heye ku beşeke ji ferhenga Kurd.

Kincên kurdî yek li ciwantirîn kincên neteweyên Rojhilata Navîn û heya cîhanê jî tê hesibandin, û dîroka kincên kurdî pir kevnar e ku vedigere bo destpêka jiyana xelkê kurd li vê deverê da, ku heya niha ferheng û kultura xwe parastiye. Lê dijminên gelê kurd serbarê girtin û kuştin û dagîrkirina kurdistanê, ku bi awayekî sîstimatîk li hewla şovînîstî paşve neçûye û niha jî di hewl de ne ku kincên kurdî li îdareyên parêzgeha Sine qedexe bikin ku yek ji ferhengên bi nav û deng ên Rojhilata Navîn tê hesibandin.

Her di vî warî de her di destpêka hatine serkar a desthelatdarên rejîma komara Îslamî a Îranê, mafê kurd di îranê de hatiye binpêkirin, û hewil dane weke stratejîkekek demdirêj û bi awayekî micid bo mehkirina şunasa netewî û mehkirina ferhenga kurd û netewên din ên Îranê û zalkirina ferheng û ziman û kulruta Farsan bi ser netewa kurd û netewên din ên Îranê de zal bikin, û ferheng û kultura netewên din ên Îranê meh bikin û bo vê kerê jî ji hemû rêyên perwerde, kanalên televîzyonî ên parêzgehan, radyo û li çendîn metodên din mifah wergirtin heya ku piroseya mehkirina ferheng û kultura kurd û netewên din ên Îranê cîbicî bikin ku heya niha jî dirêjî heye.

Rejîma komara Îslamî a Îranê xelkê Îranê bitaybetî neteweyên bindest di rewşa birçî bûnê, giranî û bêkariyê de dihêle, û serbarê vê jî girtin, kuştin, îşkencekirin, tûşkirina ciwanan bi medeyên hişber, givaşxistin li ser xwendekaran di zanîngehên Kurdistanê de destek baş heye.

Berê li çendîn cihan wek “girtîgeh û zanîngehan” bitaybetî xwendekarên zanîngehên parêzgehên Rojhelata Kurdistanê, ji aliyê berpirsên Spaha Pasdarên rejîma komara Îslamî a Îranê ve gef li wan hatiye kirin ku nabe di zanîngehan de kincên kurdî li xwe bikin wek “zanîngeha Azad a Pîranşar û girtîgeha Urmiyê” de ku lixwekirina kincên kurdî hatibûn qedexekirin, û çendîn car jî di Saziya Deng û Reng a Îranê de jî, bêhurmetî bi kincên Kurdî hatiye kirin, û her di vê dawiyê de jî li bajarê Urmiyê bêhurmetî bi ciwanekî hatibû kirin ku kurd bû, û bi kincên kurdî çûbû lîstikgehê.

Niha serbarê mîlîtarîzekirina kurdistanê ji aliyê rejîmê ve û nedana derfeta geşekirina ferheng û kultura xelkê kurdistanê, bi xweşî ve piraniya xelkê kurdistanê kincên kurdî li xwe dikin û li gor amaran %80 kincdûr (xeyat) di kurdistanê de kincên kurdî didirûn û parastina ev ferheng û kulture jî beşeke zaf ya wê vedigere ser çalakvanên ferhengî û civakî ên navxweyî û partên siyasî ên netewî ên kurdistanê ku ji curbicur wek rêya TV û malper û torên civakî ve hatiye encamdan.