Kerîm Perwîzî
Xamineyî ji rewşê tirsiya ye û bi lezûbez ve mijûl e da ku xwe û rejîma xwe rabigire. Tirseke mezin kevtiye di dilê Xamineyî de û bi sûmet û rengê periyayî ve mêzeyê derdorê xwe dike û zirava wî qetiya ye ku dujmin derz kiribe nav “beyta rêberî” jî û di dawî salên temenê wî de mîrata wî ba bibe û rejîma wî bibe bi toz.
Ji aliyek din ve jî, ew rastî givaşa Potîn û Rûsiyayê hatiye û gotinê, divê her mohreyê ku ser bi Birîtaniya û Rojavayê ye peyda bikî û ji desthilatê dûr bixî. Ji aliyek din jî her roj binkeyeke ewlehî û leşkeriya wî diteqe! Tev tax û qatên xelkê Îranê jî di salên 1396 û 1398`ê yên Rojî de rijiyane ser şeqaman û li dijî Xamineyî silogan didan.
Xamineyî ji wan mijarên ku îşare pê hate kirin tirsiya ye û biriyar dabû bi her awayekî be kesek cihê bawerê bike bi Serkomar û kerên xwe pê bispêre û rejîma wî komê ser hev bike û êdî hewcehiya wî bi diholên binav Rêformxwazan nemaye.
Di 28`ê Cozerdanê de, Xamineyî bi tevahî li hember netewên Îranê sekînand û di rastî de roja 28`ê Cozerdana 1400`an a Rojî guherinkariyeke bingehîn di dîroka Îranê de bû.
Yekem guherinkarî pêk hatibû ji, ger heta duh di binav hilbijartinan de, di nav xelk an bandên desthilatê de derz û arîşe peyda dibûn, lê vê carê arîşeya wê rohintir û taybetmendiya vê corek din bû.
Ger berê civatgeh rastê derzkirinê dihat û li ser vê ku beşdarî bikin û nekin û dengê bidine wê aliyê yan aliyê din, cudahî di nav wan de hebû; Vê carê tev civatgeh bi yekdengî li hember rejîmê sekînanidin û mesele bigiştî berevajî bû û bi awayekî ku derzek mezin kevte nav xelk û rejîmê de. Di vê qonaxa dîrokî de evên ku banghêjî bo beşdarîkirin û dengdan bi rejîmê kirin di dîrokê de rûkê wan reş bû.
Guherîna duyem, cihguherîna rejîmê û opozîsiyênê bo peyvîn digel xelkê û handana wan bû!
Di salên berê û dewrên binav hilbijartinê de, opozîsiyona resteqîne ya rejîmê, divêya hewil û têkoşîneke zêde bidabana da ku xelkê bigihînin li ser vê bawerê ku di şanoya hilbijartinê de beşdariyê nekin û di vî werî de arîşe û astengiyên zêde li ser rêya wan hebû. Rejîmê jî bi hêsanî hereket û aliyên girêdayê xwe erkdar dikir ku xelkê bo ser sindoqên dengdanê han dide! Di dewreyên berê de dengê opozîsiyona rasteqîne bi kêmî û lawazî dihate bihîstîn û rejîmê jî bi bêhneke fireh ve pişta xwe dida textê hakimiyeta xwe!
Di 28`ê Cozerdanê de, meşa hilbijartinê bi tevahî berevajî bû. Opozîsiyona rasteqîne behs ji beşdarînekirin û baykotê dikir û rejîmê jî bi tevahî kevtibû hewildanê da ku xelkê han bide ku cardin rastî fêl û lêbxwarinê bên!
Hereketên ser bi rejîmê jî, bi tevahî karê wan giran bû û ji her deriyekê didan ku belkî tiştek bikeve destê wan, lê rastî kêmtirîn bersivan dihatin! Di vê dewreyê de dengê opozîsiyon û dijberê rejîmê bi tevahî bilind bû û dengê rejîma Xamineyî û karbidestên wî gelek lawaz bû!
Roja 28`ê Cozerdana 1400 a Rojî, guherîneke dîrokî bû ku netewên Îranê bi yekdengî û tev xelkê Îranê dengê dijberî bilind kirin û bi baykotkirina şanoya rejîmê hawar kirin ku ti pêgeheke Xamineyî û rejîma wî nemaye û qonaxa hilûşîna wê rejîmê dest pê kiriye.