Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qonaxeke çarenivîsaz di dîroka PDKÎ de

14:52 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015

Ebdullah Hicab
Dana biryarên çarenûssaz di rewşên bi zehmet de, cesûrî û berçavroniyek hewce ye ku dijwar e hemû biryarbidest di gel de bin, lewra di rewşeke bi vî rengî de, ew kesayetiyên ku dîrokê ava dikin, aliyê kêm di gel sê kêşeyan berbirû ne:

Ya yekem: Kêşeya lêkdaneweya rewşê û dîtina dûredîmeneke nediyar, da ku biryara serrast li ser bidin.

Ya Duyem: Têgehandin û razîkirina hemû hevrêz û hevbîrên ku dibe hem li dana biryaran de, û hem jî li birêvebirin û cîbicîkirina wan de, beşdar bin.

Ya Sêyem: Xwevedizîn ji azirandina dijkiryara aliyekî, yan jî wî aliyê ku berjewendiya wan di vê biryarê de heye.

Ew diyardeya di serdema pirr ji kêşe û dîrokî ya PDKÎ di salên berî konferansa sêyemîn de, ji hemiyan zêdetır pêsîra Dr. Qasimlo girtibû, jiber ku Dr. Qasimlo wekî kesayetiyekî pêşeng û herî pêş yê PDKÎ xwedî biryar bû ku programeke nû ji PDKÎ re darêje, û hevalên xwe bîne ser vê baweriyê ku di vê lêgerînê ya pirr ji metirsî de, di gel wî herin, û PDKÎ li jêr siya du cemserên bihêz û xwedî deshilat û bi îman yên wê serdemê, wate Partiya Tûde ya Îranê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê rizgar bike, bi bê vê ku derbê li pêwendiyên dostane yên di navbera PDKÎ û wan du aliyan bide.

Hekî ji pêwendiyên di navbera PDKÎ û du aliyê bihêz ên wê serdemê, wate Partiya Demokrat û Partiya Tûde ve em dest pê bikin, ji bo partiyekê ku Dr. Qasimlo bi biryar bû ku wê vejîne, û rêk û pêk bike, û bike pêşrewê tevgera neteweya Kurd di Rojhilata Kurdistanê de, her bi qasî serbixweyiya PDKÎ, pêwendiyên dostane li ser bingeha rêzgirtina du alî, digel PDK’ê û Partiya Tûde girîng bû. Lewra PDK bo PDKÎ û bo Dr. Qasimlo girîng bû, ji ber ku PDK û Barzaniyê nemir di wê serdemê de sembola tevgera neteweyî ya Kurd û çalaktirîn ekterê siyasî yên Kurdistanê bûn, û di heman demê de jî Dr. Qasimlo li ser vê baweriyê bû ku hêzên siyasî yên qada tekoşîna neteweyî dibe du prensîpan biparêzin: Serbixweyiya siyasî ya xwe, û piştevaniya ji hevdu di hemberî dijminên mafê neteweyî de.

Lewra bo Dr. Qasimlo girîng bû ku partiyek ku dixwast di Rojhilata Kurdistanê de tevgera neteweyî vejîne, diviya digel PDK û Barzanî bi xwe pêwendiyeke dostane heba.

Dîtina Dr. Qasimlo û PDKÎ li ser Partiya Tûde hinek cuda bûn, lê di vê derheqê de jî her du prenspên bingehîn dihatin berçavgirtin. Ya yekem ew bû ku Partiya Tûde, wekî rêkxirawa herî girîng û xelkîtirîn rêkxirawa wê demê ya çep di Îranê de xwediyê roleke girîng bû, û dibe ku giraniya wê di siyasetê berçav hatiba girtin. PDKÎ baweriyeke kûr bi hevalbendiya digel tevgera çep, qata bindest û gelên Îranê hebû, jiber ku li ser vê baweriyê bû, û niha jî li ser vê baweriyê ye ku serkevtina tevgera Kurd di Rojhilata Kurdistanê de, di gireva hevbendiyeke bi vî awayî ya siyasî de ye. Ya duyem ew bû ku dibe bi Partiya Tûde bê selimandin ku tevgera neteweyî di Rojhilata Kurdistanê de, pênase û bingeha xwe ya hizrî heye ku nabe wekî beşek ji tevgera çep ya Îranê, çav lê bihê kirin, lê di gel tevegra çep xwediyê hinek xalên hevbeş e.

Ji aliyekî din ve ji Dr. Qasimlo re girîng bû ku bo partiyên xwedîpêgeh yên wê serdemê biselmîne ku biryara serbixweyiya siyasî ne tenê tu dijberiyek digel berjewendî û pilanên wan du hêzan tune, belkû dikarin di gellek warî de karhêsaniyê jî jê re bike, û di demdirêj de bi qazanca wan hêzan bi dawî bihê. Bo Mînak, bo PDK avakirina pêwendiyên dostane bi Îranê re, di wê serdemê de gellek girîng bû.

Di hebûna vê pêwendiyê de jî, ji bo PDK hêsan nebû, ku tekoşerên Kurdên Rojhilat bixe bin per û baskên xwe de, û bersiva zextên şahê Îranê nede.

Paratiyeke siyasî ya cuda ji PDK ku xwe xwediyê biryar û îradeya serbixweyiya siyasî bû, PDK ji vê serêşiyê rizgar dikir, jiber ku PDK ne biryar jê re didan, û ne jî di hemberî biryarên xwe de berpirsyar bû.

Têgehandin û razîkirina wan hevrê û hevbîrên ku dibe hem di biryardan û hem di birêvebirin û cîbicîkirina biryaran de, digel Dr. Qasimlo bin, erkeke din ya giran bû ku dibe ew rêberê xwedîşiyan bike, di van salê pirr ji arîşe de, ku endamên PDKÎ di Başûra Kurdistan cihgir bibûn, wate beşa herî zêde ya salên dehka 40 û 50 (60 û 70’an a Zayînî) rewşa Îraqê bi giştî û reftara tevgera Kurd di Başûra Kurdistanê bandora rasterast li ser xebata PDKÎ û şiyanên çalakiyên PDKÎ hebû. Arîşeyên navxweyî ên PDKÎ jî di bin siya vê rewşê de forma xwe digirt, û li gora jîngeha siyasî ya aliyê hember tund û şil dibû.

Lewra nahê veşartin ku salên di navbera konferansa 2 û 3 ên PDKÎ, yek ji serdemên herî bi kirîz û aloz yên PDKÎ ye. Serhildana çekdarane ya salên 1967-1968’an, karesatên navxweyî û avakirina komîteya şoreşger, û komîteya saxkirinê û ...hwd beşek ji berhema wan nakokiyan bûn.

Di rewşeke bi vî rengî de, dana biryareke nû ji bo derbazbûn ji vê kirîzê û serbixweyiya siyasî karekî hêsan nebû.
Di serûbendê konferansa 3 de, beşeke berçav ji endamên PDKÎ ku ji rewşa wê serdemê ya PDKÎ nerazî bûn, ew berçavroniya tunebûn ku bi tu awayî hebûna siyasî ya xwe biparêzin, bi bê vê ku rê bidin ku endamên din yên PDKÎ ku zêdetir digel tevgera Başûr têkel bibûn, vê biryarê şaş şirove bikin, û arîşeyeke nû ji bo PDKÎ biafirînin. Bi taybetî di demekê de ku kesê yekem ê PDKÎ heta berî Konferansa 3 bi kiryara li dijî serbixweyiya biryardana PDKÎ disekinîn, û PDKÎ di hebûna xwe de kurt kiribû. Dr. Qasimlo bi jêhatîbûna xwe digel vê rewşê reftar kir, û karî ku beşa herî zêde ya endamên PDKÎ di bin sîvanekê de kom bike, da ku kanaleke cihê baweriyê bo gehandina peyama siyasî û rêkxiraweyî ya xwe bo wan pêk bîne.

Bernameya karê konferansê û pirojeya siyasî ya Dr. Qasimlo xeynî arîşeya jîngeha siyasî ya derdorê, nezelaliya helwesta beşek ji endamên PDKÎ û dijwariyên li ser riya komkirina bi dehan kadrên xwedî biryar di rewşeke dijwar û dûr ji jîngeha xwezayî ya çalakiyên PDKÎ digel rewşa dijwar ya siyasî di cîhanê û herêmê de jî berbirû bû.

Rejîma paşatiyê, ku PDKÎ û Dr. Qasimlo xebata siyasî li dijî wê dikirin, li serûbendê konferansa sê ya PDKÎ de, û di heyama piştî konferansê heya kongireya sê, di bihêziyeke siyasî û neteweyî û aborî de bû.

Şahê Îranê ji riya dahatên petrolê û hilkevta stratejiya Îranê di sînorê deshilata Sovyetê de, karîbû ku bihêztirîn piştevaniya navneteweyî ji xwe re çêbike, û bi awayekî bibe cemsereke bihêz ya siyasî di herêmê de.

Şirovekirina rewşa Îran û herêmê, û dîtina dûredîmeneke nadiyar û darêtina siyasetê ji bo karkirina li dijî vê rejîmê hewcehiya wê bi hûrbîniyeke zaf bû.

Dr. Qasimlo bi hevfikriya çend kes ji endamên pêşeng ên PDKÎ ku hejmara wan ji hejmara tiliyên destan zêdetir nebû, hewce bû ku bernameyeke siyasî darêjin ku hemû wan faktan berçav bigre.

Konferansa 3 bersiva vê rewşê bû ku Dr. Qasimlo karî berpirsayetî û rîskeke mezin di dîroka PDKÎ de bigre stûyê xwe. Dîroka xebata PDKÎ, di salên piştî konferansa sê, nîşan da ku ew rîska cesûrane hewce bû da ku PDKÎ bibe xwediyê îradeya serbixwe, û qonaxeke nû di dîroka xebata Rojhilata Kurdistanê de tomar bike. Ji vê serdemê şûnda, bandora Dr. Qasimlo li ser beş bi beşên dîroka PDKÎ de, xuya ye.