Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rabûna lehiyê li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê nêzî %15 xisar gihaye çandiniya wê parêzgehê

11:15 - 30 Kanûna Paşîn 2020

Pêka nûçeyên belavbûyî, bi sedema rabûna lehiya çend rojên borî, xisareke mezin gihaye zeviyên genim ên parêzgehên Kirman, Sîstan û Belûçistan û Hurmizganê.

Çandiniya wan parêzgehan nêzî 15 heya %30 xisar gihayê.

Di parêzgeha kirmanê de jî, bi sedema rabûna lehiya çend rojên derbasbûyî, nêzî %25 zeviyên genim a başûrê Kirmanê xisar berkertine.

Di deverên Sîstan û Belûcistanê de jî, nêzî 25 heya %30 xisar gihaye çandiniyê, û herwisa hin bajarên ser bi parêzgeha Hurmizganê jî, bi qasî %15 xisar gihayê.

Bi sedema rabûna lehiyê li Sîstan û belûcistanê, xisareke zêde gihaye xelkê wê parêzgehê, û zirarberketiyên parêzgeha Sîstan û Belûçisan di rewşekî herî xirap de jiyana xwe derbas dikin, û rejîma Îranê jî, ti alîkariyekî bi xelkê zirarberketiayn re nake û hemû serweta xelkê Îranê terxanê girûpên teroristê di dervey welat de dike.