Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ragihandina hukmê doza mezintirîn fesada malî a dîroka Îranê\\ Îdama çar kesan

21:51 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Berdevkê Dezgehê Qezayî yê rejîma Îranê hukmê îdamê ji çar “tawanbarên” mezintirîn fesada malî a dîroka Îranê hat ragihandin.


Xulamriza Muhsin Ejeyî, Berdevkê Dezgehê Qezayî û Dozgerê Giştî yê Îranê, ragihand: Ji 39 “tawanbarên” ku pêregihîştin bi tawanan wan hatiye kirin, Hakimê Dadgehê çar kes ji wan bi hukmê îdamê, du kes bi hepsa hetahetayî û ên din jî bi hepsa 25 sal, 20 sal, 10 sal û hukmên kimtir mehkûm kirin.
“BBC”ê li gor daxuyaniya Muhsin Ejeyî belav kiriye, kesên han xêncî hukmê hepsê, bi cezayên neqdî, lêxistina qemçû û bêparkirina berdewam ji xedematên hikûmetî hatine mehkûmkirin.
Tawanbarên doza han hejmarek çalakên abûrî û karkerên tora bankî a Îranê ne ku tê gotin bi derkirina neyasayî a belgeyên pere “LC” qasî 3 hezar milyard Tûmenan pere bidest xistine.
Yekemîn rûniştina pêregihîştin bi doza han, roja Şemî, 19’ê Adara 2012’an, di taya yekem a Dadgeha Şoreşa Îslamî li Tehranê destpêkir.
Eşkerekirina wê fesada malî yek ji aloziyên dîroka Komara Îslamî bû û dijkiryarên berfireh di qadên siyasî û ragihandinî de derxistin holê.