Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ramana Dr. Qasimlo derheq pirsa serxwebûna Kurdistanê di dîrokê de

22:57 - 23 Îlon 2017

Cemal Resûl Dinxe

Qasimlo: “Hekî Erebistan piştevaniyê ji Kurd bike, Kurd dikare daxwaza mafê zêdetir ê xwe bike”.

Renge bêjin ku gelo nasname (şunas, howiyet) çiye? Çi dibexşe me? Hebûna nasnamê çi tişteke jiyana me diguhere? Gelo bebûna nasnamê bandor li ser kesîtiya takekes heye?

Nasname wekî yek ji aliyên geşe û vegeşîna takekes di nava civakê de lê tê nihêrîn. Takekes di warê nasnameyê de hest bi hebûn, yan valahiya nasnameyê dike, û valahiya nasnamê curek ji zexta derûnî, û xwe bikêmzanînê bo takekes çê dike, ku di zanista civkansiyê de, dibêjnê “ji xwe bîhanîbûm”. Lewra gellek caran valahiya nasnamê bi yek ji qonaxên aloz û pirr ji metirsî, ên jiyana pêşkevtin û geşekirinê tê dîtin.

Derheq serxwebûn û herwisa bona gihîştona bi serxwebûnê neteweya Kurd heya niha jî xebateke bicoş bi rê ve dibe, û li ser gihîştina bi mafê xwe yê rewa bi hemû hêzekê pêdagirî dike.

Nasname hêzeke me`inewî ji bo takekes ava dike, ku baweriyeke tewaw bi xwe û civakê çê dike. Hebûna nasnamê hêza derûnî û siyasî û kulturî dibexşe me, bi awayekî ku hêza hebûn û hêza me`inewî jî ji bo Kurdistaniyên beşên din tîne, û bingha me hemiyan bihêztir dike. Nemir Pêşewa Qazî Mihemed yekem car ku Komara Kurdistanê ava kir, bîra takê Kurd di hemî warên siyasî de vejiyand, û tenê di xebat bo gihîştina bi azadiyê de nehêla. Lewra jî piştî azadî û rizgariya neteweya xwe, piştî çend mehan, serxwebûna Kurdistan ragehand û yekem Komara Kurdistanê ava kir.

Dr. Qasimlo di heyama jiyana xwe de, komek gotar û gotûbêj encam dane, ku her yek ji wan bas ji bûyerekê kirine, û gellek caran jî pêşbîniya pêşeroj kiriye, û gellek dûrbîn bûye, û gellek ji axavtinên wî di piratîkê de ser girtine, yan jî ser digrin!!

Bo mînak hekî wê demê Dr. Qasimlo daxwaza otonomiyê dikir, piraniya rêberên siyasî ên Kurd ew daxwaza wî daxwazek kêm didîtin, lê Dr. Qasimlo bersiva wî ew bû ku “ carê em dikarin tenê daxwaza hindê bikin”.

Ji wê demê ve ku Kurdistana Başûr di heyama çend rojên din de piroseya referandomê ji bo sexwevûnê encam dide, û çendîn welat û bi taybetî welatên Erebî wekî Erebistan piştevaniyê jê dikin, Dr. Qasimlo di gotûbêjekê de, digel rojnamevanê Fransî Kirês Koçêra de, bas ji vê yekê dike, ku her demekê kêşeya Kurd wekî kêşeyeke siyasî bê naskirin, û Erebistan piştgiriyê jê bike, eva ezê diruşma stratejîk a Kurd biguherim.

Deqa gotûbêjê weha ye:

Kirîs Koçêra rojnamevanê navdar ê Fransî li ser otonomiyê, û sedemên neguherîna vê diruşmê di PDKÎ de ku diruşma stratejîk ya PDKÎ ye, weha dinivîse:

“Dr. Qasimlo di bersiva vê pirsyarê de weha dinivîse ku her demekê ew sê fakter amade bûn, ez dikarin diruşma stratejîk ya PDKÎ biguherim: 1-Tevgera neteweyî ya Kurd li her çar beşên kurdistaanê de, û bi taybetî di Bakûra Kurdistanê de bihêz be, jiber ku xebata Kurd di vê beşê de lawaz e.

2- Welatên navçeya Rojhilata Navîn piştevaniyê ji mafên rewa ên Kurd bikin, û kêşeya Kurd wekî kêşeyeke siyasî bê naskirin, û bi taybetî Erebistan piştevaniyê ji kêşeya Kurd bike, jiber ku Erebistan dostê stratejîk ê Amerîkayê ye di navçeyê de, û herwisa jê re girîng nine ku nirxa petrolê ser û xwar bike, û herwisa wî welatî kêşeyek bi navê kêşeya Kurd tune ye.

3-Welatên mezinhêz û Ewropî piştevaniyê ji kêşeya Kurd bikin, û her demekê ew sê fakter amade bûn, ezê diruşma stratejîk ya PDKÎ biguherim”.

Ew sê fakter niha ji hemû demekê zêdetir bo neteweya Kurd ciyê xwe digrin, lewra rêberên gelê Kurd bas ji vê dikin ku dem bi cî ye, û em ji daxwazên xwe paşekêş nakin.

Di vê derheqê de dibe dîsan em bînin bîra xwe, ku Qasimlo ew dîplomatê şoreşger, û siyasetmedarekî weha bû ku bi vî rengî pêşeroja neteweya Kurd dibînî.