Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor\\ di heyamê salekê de 75 zarokên jêr 10 salî di Îranê de zewicîne

15:05 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Li gor gotina birêveberê Giştî yê Kotika parêzgeha Tehranê, sala derbasbûyî 75 zarokên jêr 10 salî û 3929 keç û xortên 10 heya 14 salî zewac kirne. Zewaca zarokan di Îranê de di sala 2006’an heya 2011’an 45 ji sedî zêde kiriye.
Li gor rapora “Îsna”, di yek sala derbasbûyî de 75 keç û xortên jêr 10 salî zewac kirine û rêjeya zewaca keçên jêr 15 saliyê di sala 2010’na pêtirî 10 hezar kes li berhevdan li gel sala 2006’an zêde kiriye.
Li gor amara kotikê, di sala 2006’an, 33 hezar û 383 keç jêr 15 sal zewicîne ku amara han bo sala 2010’an gihîşt 43 hezar û 459 zewac.
Zivistana derbasbûyî Kotika parêzgeha Hurmizganê nûçeyê zewaca 5 keçên jêr 10 saliyê di wê parêzgehê de belav kir. Mijara ku bû seba hin dijkiryaran.

Amar bas ji zewaca 7 ji sedî a zarokên 10 heya 18 salî di Îranê de dikin ku amara han 848 hezar zarokan pêkhatî ji keç û xortan ji xwe digre.
Yasaya Îranê di hêla zewacê de bas ji temenek standard nake û servey13 salî ji keçan re û 15 salî ji xortan re tenê bi îzna welî û dadgehê hatiye îzindayîn.
Li gor şerietê îslamê temenê balixbûna keçan 9 sal û xortan 15 sal hatiye zanîn. Lê peymannameya cîhanî a mafên zarokan, kesên jêr 18 salî bi zarok dide zanîn.
Tesîrên zû zewicînê

Li gor hişyariya çalakên mafên zarokan, zewicîn di temenê kim de, ji girîngtirîn sedemên îxanet û telaqê di salên pêş de ne.

Keçên ku di temenê zaroktiyê de bi darê zorê tên zewicandin, seba vê yekê ku nekarîne qonaxa zarokî û nûciwaniya xwe derbas bikin, di dirêjdem de tûşî nesaxiyên derûnî dibin.
Xwekûjî, revîn ji malê, tûşbûn bi fesada exlaqî û zêdebûna zarokên bê dayîk yan bê bav, weke xesarên civakî seba zewacên zudem dihên hesibandin.
Li gor dawîn amar di warê zarokên ku dî û bavên wan jihev veqetiyane, di sala 2006’an, nêzîkî 25 hezar kes bûne ku pirraniya wan di temenê 10 heya 14 saliyê û xort bûne.
Sedemên zewicandina zarokan

Hejarî yek ji sedemên kartêker ji bo razîbûna malbatên Îranê ku keçên xwe bizewicînin tê zanîn.
Zewacên zûdem di Îranê de diyardeyek berfireh e, lê ya rastî ev e ku pirranî keç bi darê zorê tên zewicandin.
Di pirraniya cihên hejar û nedar de hebûna keçan bi mesrefkerek zêde û “serbar” didin zanîn, bi zewicandina wan ne tenê mesrefa wan li ser xwe radikin, belkî bi zewicandin li gel kesên bitemen, li hember de jiyana xwe a madî berhev dikin.

Lêkolînan derxistiye ku zewaca zarokan pêtir seba nedarî, îtiyad û nexwendewariyê ye.
Pirsên exlaqî û hesyetî ji sedemên kartêker di zewicandina zarokan tên hesibandin.

Peroya bûkîniyê a keçan di şeva zewacê de jibo malbatên sunnetî ên Îranî û “parastina hesyet”ê pirr girîng e.

Li gor malpera “Radyokoçe”, ger keçan di dema zewacê de peroya bûkîniyê nebe, eva di warê hesyetî ve malbata wê xesarên mezin û qerebûnekirî dibîne. Ji bo garantiya hebûna peroya bûkîniyê di civakên sunnetî de, gerek zû keçan bizewicînin.