Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Amara kûştiyên sala 2012’an li Sûriyê/ li yekemîn roja salê de şer berdewam e

12:19 - 3 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Balafirxana bajarê Helebê, Duhemîn bajerê mezin a bazerganî a Sûriyê, bi şêweyekî kêtî hat daxistin.
Balafirxana bajerê Helebê hat daxistin
Paş êrîşa hêzên Ertêşa Azad a Sûriyê bo ser balafirxana bajarê Helebê, bi fermana berpirsiyarên rejîma Sûriyê balafirxane hat daxistin.
Berpirsiyarekî Sûrî ku nexwastiye navê wî eşekere bêt, di hevpeyvînekê de li gel nûçegehaniya Feransê weha axiviye; “Balafirxana bajerê Helebê bo demekî kurt hat daxistin,heya ku hêzên terorîstî yên vê deverê di vê balafirxanê de hêne paksazî kirin.


Hejmarek çavedêrên siyasî gotine, Ertêşa Azad a Sûriyê xwazyarê kontirol kirina tewaya Paytexta Sûriyê ye, pêş destpêkirina danûstanan.
20 çekdar û geniralekî rejîma Sûriyê helatine
Li yekemîn roja sala 2013’an de hejmarek ji çekdar û nizamiyên ertişa Sûriyê bo welatê Turkiyê heletin.
Dîplomatekî Turk li hevpeyvîn li gel nûçegeheniya “Roytêrz”ê weha axiviye, 20 serbaz û Efserekî payebilin yê ertêşa Sûriyê ji rêka Sînora Bakûra vî welatî ve bo Turkiyê helatine.
Ev Dîplomatê Turk di dirêjahiya axavtina xwe de dibêje: “ Di nav van leşkeriyan de 7 Serhengê ertêşa vê rejîmê jî berçav dikevin ku tevlî dijberan bûn”.
Li sala 2012’an de rejîma Sûriyê 40 hezar kes kûştine
Yekemîn roja sala 2013’an de, rêxistina mafên mirov a Sûriyê li raporekê de ragehand: “Li sala 2013’an de 39 hezar û 63’ê kes bi destê hêzên rejîma Beşar Esed hetine kûştin”.
Vê raporê nivîsiye: Li dirêjahiya 21 mehên derbas bûyî de, pitir ji %90 ji qurbaniyan, hevwelatiyên Sivîl bûne.
Li despêka tundutîjî û pevçûna li Sûriyê li meha Adar a 2011’ê de heya niha pitir ji 45 hezar kes hatine kuştin.
Berpirsê çawedêra mafên mirov a Sûriyê ragehandiye, li sala borî de 28 hezar û 113 xêyîr nizamî, 9 hezar û 482 kes li hêzên Beşar Esed û 40 serbaz ji rejîma Sûriyê cûda bûne.
Li gor vê amarê nasnama 727 kes ji qurbaniyan hêşta ne rahn e.
Bombebarana li hejmarek ji herîmên Demişqê hatine ragirtine
Nûçegehaniya Feransê regehand, bi daxistina balafirxana bajarê Helebê bombebaran li hejmarek ji deverên Demişqê hetine ragirtin.
Li yekemîn roja salê da, li Rojava Demişqê di navbera ertêşa rejîma Sûriyê û dijberan pevçuan qewimî û balafira şer yê ertişê hejmarek ji deverên bajarê “Heleb”ê bombebaran kirin.

Ertêşa Sûriyê li mehên bihorî de hewl daye zaftir bombebarana esmanî encam bide û xwe li şerê erdî biperêze.
Li yekemîn roja sala 2013’an de aliyê kêm 64 kes hatine kûştin û sedan kes jî birîdar bûne.