Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Di 16 rojan de, 9 hevwelatiyên Kurd bi gulleyên hêzên Leşkerî û Întizamiyên rejîmê bûne qurbanî

14:27 - 8 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Di 23’ê Tîrmeha 2013’an de heya 7’ê Tebaxa 2013’an, 9 welatiyên Kurd li ser rê û sînorên Kurdistana Îranê bi gulleyên rasteras ên hêzên rejîma Îslamiya Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gor amara tomarkirî li nawenda amara malpera Kurdistanmedia, di 16 rojan de, 6 kolberên Kurd li ser sînorên Kurdistanê û her weha 3 welatiyê Kurd li ser rêyên Kurdistanê, ji aliyê hêzên leşkerî û întizamî yçm rejîma Îslamiya Îranê ve hatine kuştin û birîndar kirin.
Kolberên Kurd ku xelkê bajarên Pîranşehr, Bane û Serdeştê ne ji aliyên hêzên rejîma Îranê ve li ser rê û sînorên wan bajarane, 2 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Bane
Di 23’ê Tîrmeha 2013’an de 3 kolberên Kurd bi dest dirêjiya raste rast a hêzên leşkeriyên rejîma Îranê hatine birîndar kirin.
“Husên Miarifî, Enwer Gulbadî û Salar Gulbadî” xelkê gundê “Nenûrî”a bajarê Bane ji aliyê hêzên rejîma Îranê, li ser sînorê Bane dane ber gulleyan û di encam de her sê hevwelatî hatine birîndarkirin.

Serdeşt
Kolberekî Kurd bi navê “Hêriş” kurê “Yûsif” xelkê gundê “Duleb”a ser bi devera Serdeştê li ser sînorê “Dule Germ û Qure Suyer” bû armanca teqeyên hêzên întizamiyên rejîma Îranê û bi tundî birîndar bû.
Her weha di 26’ê Tîrmehê jî hevwelatiyekî Kurd bi navê “Salar Fexrî” temen 30 salî kurê Ebdullah li devera “Nalus”a Serdeşt ji ber sedema gullebarana hêzên rejîma Îranê hat kuştin.
Salar li demekê de kewte ber êrîşa hêzên rejîma Îranê ku tenê gomana vê yekê jê dihate kirin ku kelûpelên yasax tevî xwe hilgirtibin.
Her divê pêwendiyê de berwra 27’ê Tîrmeha 2013’an hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê teqe ji welatiyek Kurd yê binavê “Salar Ebdullahî” kurê “Mihemed” dikin û li encama de navbirî jiyana xwe li dest dide.

Divê bûyerê de xwîşka navbirî jî bi xurtî birîndar dibe û seba xurtbûna birînan bo nexweşxaneya wî bajarî hatiye şandin.
Bûyera han li demakê de bûye ku navbirî bi tirombêla xwe li cadeyê de ber bi bajarê Pîranşehrê diçe û dikeve ber teqeya hêzên rejîma Îslmaiya Îranê û canê xwe ji dest dide.
Her weha roja çarşemî berwara 31’ê Tîrmeha 2013’an, li devera “Bîran”a bajarê Serdeştê, kolberekî Kurd bi navê “Mislih” Kurê “Ehmed” kete ber dest dirêjiya hêzên întizamiyên rejîma Îranê û di encam de hat birîndar kirin.

Pîranşehir
Hêzên leşkerên rejîma Îslamiya Îranê roja yekşemî berwara 28’ê Tîrmeha 2013’an, welatiyekî Kurd bi navê “Wefa Padaşt” dane ber gulleyan û di encam de hat birîndar kirin.