Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Di 6 mehên derbas bûyî de 89 hevwelatiyên Kurd bi gulleyên raste rast ên hêzên leşkeriyên rejîma Îranê bûne qurbanî

14:46 - 26 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Di 6 mehên yekema sala 1392’an a Rojî de 89 hemwelatiyên Kurd li devera sînoriyan û rêyên Kurdistanê, ketine ber gulleyên hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê û hatine kuştin û birîndarkirin.


Li gor raporta malpera Kurdistanmedia û pişt girtin bi amara hatî tomar kirin di vê malperê de, hêzên leşkeriyên rejîm li devera sînoriyên Kurdistanê û rêyên Îranê de, di heyamê 6 mehên yekema sala 1392’an a Rojî, 89 hevwelatiyên Kurd dane ber destdirêjiya gulleyan.

6625.jpg
Diyagirama hejmara 1

Li nav wan 89 hemwelatiyane de ku ji aliyê hêzên nîzamiyên rejîma Îranê ve reste rast teqe ji wan hatiye kirin, 28 kes ji wan welatiyane sivîl bûn ku li rêyên Îranê û bi taybet cadên Kurdistanê bûna armanca gulleyên hêzên rejîm û 61 qurbaniyên din jî ku li sînorên Kurdistanê de bûne qurbanî.

6627.jpg
Diyagirama hejmara 2

Di wan 6 mehane de 61 kolberên Kurd li herêmên sînorî de bûna armanca raste rasta gulleyên hêzên leşkeriyên rejîma Îranê ku di encam de 26 kolber hatine kuştin û 35 din jî bi tundî hatine birîndarkirin.

6624.jpg
Diyagirama hejmara 3

Di nav wan 28 welatiyên sivîl de ku ji aliyê hêzên leşkeriyên rejîma Îranê ve li rêyan de teqe lê kirine, 11 welatî hatine kuştin û 17 din jî hatine birîndarkirin.

6626.jpg
Diyagrama hejmara 4


Diyagrama jêrê deridixîne ku di 5 heyvên yekema sala 1392’an a Rojî de li parêzgeha Urmiyê 52 hemwelatiyên sivîl û kolber li devera sînoriyan û rêyan de bûne armancên gulleyên raste rast ên hêzên rejîma Îslamiya Îranê.
Parêzgeha Kurdistanê bi 24 qurbanî û li seda 27 hemû qurbaniyan, pileya duyem e li nav parêzgehên din ên Kurdistana Îranê û parêzgeha Kirmanşan bi 13 qurbaniyan pileya 3’yem e.

6628.jpg
Xişteya 1

Xişteya jorê pêşan dide, zaftirîn rêjeya wan qurbaniyane ku ji aliyê hêzên nîzamiyên rejîma Îslamiya Îranê bûna armanca gulleyan, li bajarê Serdeştê li parêzgeha Urmiyê de bûye.

Li bajarê Serdeştê 24 hevwelatiyên Kurd di şeş heyvên yekema sala 1392’an a Rojî de hatine kuştin û birîndar kirin.

Li bajrê Bane 15 kes, Pawe 5 kes, Urmiye 7 kes û her yek ji bajarên Bokan, Ciwanro û Şino 3 kes, Pîranşehr 6 kes, her yek ji bajarên Seqiz û Merîwan 4 kesû her wusa her yek ji bajarên Mako û Selesa bawecanî 5 kes, li 6 mehên yekema îsal de ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve dene ber gulleyan û hatine kuştin û birîndarkirin.
Her yek ji bajarên “Nexedeû Selmas û Sewlawa” jî hevwelatiyekî Kurd bûye armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê.