Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Di 6 mehên yekema sala 1392’an a Rojî de 125 hevwelatiyên Kurd hatine girtin

13:25 - 25 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Di 6 heyvên yekema sala 1392’an a Rojî de 125 welatiyên Kurd bi tometa encamdana çalakiyên siyasî, kulturî û olî ji aliyê hêzên îdareya Îtialta rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.


Li gor raporta malpera Kurdistanmedia û pişt girtin bi amara hatî tomar kirin di vê malperê de, di heyamê 6 meha yekema sala 1392’an a Rojî, hêzên ewlehî û Îtialatên rejîma Îslamiya Îranê li bajarên Kurdistana Rojhetatê û deverên Kurdakirnciyên Îranê, bi awayekî ber bilav hevwelatiyên Kurd destbiser kirin.

6609.jpg
Xişteya hejmara 1

Li berçavgirtin bi xişteya hejmara 1, hêzên Îtilata rejîma Îslmaiya Îranê, li mehên Xakelêwê de 11 welatî, Banemer 29 welatî, Cozerdan 11 welatî, Pûşper 26 welatî, Gelawêj 34 welatî û Xermanan 14 hevwelatiyên Kurd destbiser kirine, ku heya niha ji çarenivîsa hejmarek ji wan hemwelatiyên hatinî girtin, tu agahiyek ji ber dest nine.

6607.jpg
Xişteya hejmara 2

Li pişt girtin bi amara hatî tomar kirin li malpera Kurdistanmedia, ji nav wan 125 kesane de 66 kes bi tometa “ewlehî”, 6 kes bi tometa “encamdana çalakiyên siyasî”, 4 kes bi tometa “encamdana çalakiyên olî” hatine girtin , sûça 49 hevwelatiyên din ên destbiser kirî jî nadiyar e.

6610.jpg
Xişteya hejmara 3

Bi hûr mêzekirin bi naweroka diyagirama hejmara 3, parêzgeha Kurdistanê bi destbiser kirina 52 welatî (%41,6) zêdetirîn rêjeya girtinê têde hatiye kirin.
Di 6 heyvên yekema sala 1392’an a Rojî de, li parêzgeha Urmiyê 45 welatiyên Kurd hatine girtin ku rêjeya li seda 36’ê hemû girtiyan bi xwe girtiye.
Li parêzgeha Kirmanşanê jî 23 hevwelatiyên Kurd hatine girtin ku berawurd li gel parêzgahên din ên Kurdistana Rojhelatê, kêmtirîn rêjeya destbiser kirinê têde hatiye kirin û tenê rêjeya (18,4) li seda hemû girtiyan bi xwe girtiye.
Heyva Xakelêweya sala 1392’an a Rojî

6605.jpg
Xişteya hejmara 4

Di meha xakelêweya 1392’an a rojî de, 11 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên îdareya Îtilata rejîma Îslamiya Îranê hatine girtin, li wan girtiyane de 6 kes bi tometa ewlehî, kesek bi encamdana çalakiyên kulturî û welatiyekî din jî bi sûça çalakiyên olî hatine girtin û 3 hevwelatiyên din jî ji aliyê wan hêzane ve hatine destbiser kirin ku tometa wan bo bîrurayên giştî û dezgehên ragihandin narûn e.

6611.jpg
Xişteya hejmara 5


Li berçavgirtin bi diyagrama hejmara 5, li heyva Xakelêweya 1392’an a Rojî de li bjarên Sine û Cêgulan 3 welatiyên Kurd, Pîranşehr 2 welatî, li her yek ji bajarên Kirmanşan û Ciwanro û parêzgeha Xurasana Bakûr hevwelatiyekî Kurd, ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hatie girtin.
Heyva Banemara 1392’an a Rojî

Hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê li heyva Banemera 1392’an a Rojî de 29 hevwelatiyên Kurd girtin ku tometa pitir ji 18 kes ji wan hemwelatiyane”ewlehî û encamdana çalakyên siyas” hatiye ragihandin.
Seba ewê ku roja Cîhaniya Kerdar jî di vê meha Banemerê de ye, di vê mehê de hejmarekî zaf li çalakvanên kerdar ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.

6604.jpg
Xişteya hejmara 6

Li meha Banemerê de, bajarê Sine bi destbiser kirina 10 hemwelatî, pitirtirîn rêjeya girtinan bi xwe ve girtiye ku ji aliyê hêzên rejîm ve hatine girtin.
Li bajarên Riwanser 8 welatî, Sewlawa 4 welatî, Urmiye û Nihabad her 2 welatî û bajarên Tikab û Pawe jî her yek ji wan bajarane welatiyek li meha Banemerê de ji aliyê hêzên rejîm ve hatine destbiser kirin.
Meha Cozerdana 1392’an a Rojî

Hêzên Îtilat û ewlehiya rejîma Îslamiya Îranê li heyva Cozerdana 1392’an a Roj de, 11 hemwelatiyên Kurd girtine ku tometa 8 kes ji wan girtiyane ji aliyê hêzên Îtilatê ve “ewlehî” ragihandine.

6608.jpg
Xişteya hejmara 7

Li berçavgirtin bi diyagrama hejmara 7, li heyva Cozerdana Îsal de zaftirîn rêjeya girtinê li bajarê Pawe a ser bi parêzgeha Kirmanşanê de hatiye gorê ku têde 3 hevwelatiyên Kurd hatine girtin, her wusa di vê heyvê de 2 hevwelatiyê Kurd li bajarê Sine û 2 kes jî li bajarê Kirmanşanê hatine girtin.
Di her yek ji wan bajarên Serdeşt, Riwanser, Dêulan û Bokan, welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.
Heyva Pûşpera 1392’an a Rojî


Li meha Pûşpera îsal 26 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin. Li bajarê Bokanê bi girtina 9 welatiyên Kurd, zaftirîn rêjeya destbiser kirinê li meha Pûşperê de hatiye kirin.

6603.jpg
Xişteya hejmara 8


Li bajarên Serdeştê 5 welatî, Sinqur 4 welatî, Urmiye 3 welatî û li yek yek ji bajarê Sine, Selmas, Zencan, Mihabad, Merîwan Kirmanşanê hemwelatiyekî Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.
Di vê mehê de tometa 9 girtiyan “ewlehî” ragihandine ku 8 kes ji wan pêwendî tevî hilbijartina endamê şivra bajar û gund hatine destbiser kirin.
Tometa 4 kes ji wan girtiyane jî encamdana “çalakiyên kulturî” ragihandine.
Meha Gelawêja 1392’an a Rojî

Di pêncemîn heyva sala 1392’an a Rojî de, 34 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî û Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin ku tometa 18 kes ji wan girtiyane “ewlehî” ragihandiye.
Her wusa di vê mehê de hêzên Întizamiyên rejîma Îranê li devera Sewlawa, 10 kolberên Kurd destbiser kirine.

6606.jpg
Xişteya hejmara 9

Diyagirama kêrê derdixîne ku li meha Gelawêjê de li sewlawa 12 welatî, Sine 8 welatî, Serdeşt 7 welatî û her yek ji bajarên Merîwan û Pîranşehrê 2 welatî û her wusa li bajarê Nexedê welatiyek, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine destbiser kirin.
Heyva Xermanan a 1392’an a Rojî

Li şeşemîn meha 1392’an a Rojî de li bajarên Kurdistana Rojhelatê û devera Kurd akincî ên Îranê, 14 hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Li debera Selasa Bawecanî di pêwendî li gel kuştina endamekî Sipaha Pasdarên rejîmê, 30 kolber û hemwelatiyên Kurd hatin destbiser kirin.

6602.jpg
Xişteya hejmara 10

Di vê heyvê de 7 girtiyên Kurd tometa “ewlehî” danê û welatiyek din jî tometa “encamdana çalakiyên kulturî” û 2 kes din ji bi tometa “çalakiyên olî” ji aliyê nawenda ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.
Li meha Cozerdana 1392’an a Rojî de li her yek ji bajarên Merîwan û Bokanê 3 hevwelatiyên Kurd û li Pîranşehrê jî 2 welatî ji aliyê nawenda ewlahiyên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine destbiser kirin.
Mefah wergirtin ji agahiyên vê raporê bi anîna navê çavkaniyê “Kurdistanmedia” rê daniyê.