Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Di demsala Payîzê ve 28 kedkar li Kurdistna Rojhelatê bûne qurbanî

20:28 - 5 Kanûna pêşîn 2013

Kurdidstanmedia: Li destpêka demsala Payîzê ve heya niha 28 kedkar li bajarên cûr ba cûr Kurdistna Rojhelatê seba bûyerên kar bûne qurbanî.
Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, di destpêka heyva Rezber a 1392\'ê ve heya niha, 28 kedkarên ku li bajarên Kurdistana Îranê canê xwe ji dest dane û hatine birîndarkirin, piraniya wan di bûyera nasitandariya rê û banan de bûne qurbanî.
Parêzgeha Kirmanşanê yekemîn parêzgehe ku piraniya qurbaniyan di vî parêzgehê de rû dawe ku 11 kedkar, parêzgeh Sine bi duyemîn perêzgeh ku 10 kedkar, parêzgeha Urmiyê jî bi sêyemîn parzgeh tê nasandin ku 6 kirêkar û kedkareke din ku nehatiye nasandin, bi tewawî hejmara wan dike 28 kes ku 22 kedkar canê xwe ji dest dane û 6 kes ji hatine birîndarkirin.
Bi bûyerên cûr ba cûr weke: Nasitandariya rêyan, ketin li bilindahiyê, girtina karaba, sekte û neşitiya gazê ku bûne sedema can ji dest û birîndarbûna wan kedkarane ku li bajarên Kurdistana Rojhelatê qewimîn e.

Li gorî yasaya kar, xwediyên kar erkdaren îmkanatên sitandard û ewlehî bo kedkaran cî bi cî bikin û di vê pêwendiyê de her bûyerek bo kedkaran were pêş xwediyên kar wezîfedarin.
Li gor yasaya kar, ew kargeh û fabrîkên ku li derveyî bajaran in, xwediyên kar bi dabînkirina keresên hat û çûnê ên ewlehî û parêzraw erkdarin.