Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora heftane a Kurdistanmedia li ser rewşa kolber û hemwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelatê de

14:00 - 1 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Di heftiya derbasbûyî de 11 haletên destbiser kirin, kuştin û birîndarbûna kolber û hevwelatiyên li devera Kurdakincî yên Îranê ji aliyê nawendên rejîma Îslamî ya Îranê ve rû dane.

Kuştin û birîndarkirina hemwelatî û kolberên Kurd

Di destpêka heftiya Sermaweza 1392’a Rojî, 9 hemwelatî û kolberên Kurd seba destdirêjiya gulleyên raste rastên hêzên leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê û hetina renî, hatine kuştin û birîndarkirin.
Roja Sêşemî berwara 26\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, hejmarek hemwelatiyên Kurd ji aliyên hêzên çekdarên Sipaha Psdarên rejîma Îslamiya Îranê ve li xana sînoriya Merîwanê dene ber destdirêjiya gulleyan û di encam de hevwelatiyekî xelkê gundê Dûplarea ser bi bajarê Merîwanê, bi navê Mihemed kurê Kerîm bi tundî hat birîndarkirin.
Her di vê rojê de, welatiyekî Kurd xelkê bajarê Mihabadê bi navê Seîd Kawe seba gulleyên raste rastên hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hat birîndarkirin. Bi gotina şahîdekê, ew bûyere di berwara 26\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, ji aliyê hêzên rejîm ve bi enqest hatiye kirin û çend fîşekek bi zikê wî girtiye.
Ji aliyek din ve û her di vê rojê de 26\'ê Çiriya Paşîn, kolberekî Kurd xelkê Başmaxa ser bi bajarê Seqizê bi navê Ferzad Bîglerî kurê Talib li devera Bane, bi gulleyên hêzên çekdarên rejîma Îranê, hat birîndarkirin û paş gehîştin bo nexweşxana Seqizê canê xwe ji dest da.
Roja 24\'ê Çiriya Paşîn 2013\'an, kolberekî Kurd bi navê Ebdulbaqî Hesen Abidî kurê Ebdullah xelkê gundê Beresûra devera Deşta Urmiyê, bû armanca gulleyên hêzên rejîma Îslamî ya Îranê û di encam de, li cihekê bi navê Bîrkamiyan li nêzîk çiyayê şehîdan a Tirgewer jiyana xwe ji dest da.
Hemwelartiyeke din jî bi navê Newroz Husên Awdî xelkê devera Tirgewer a Urmiyê û temen 28 salî li sînorê Turkiye û Îranê seba gulleyên raste rastên hêzên leşkerî yên rejîma Îranê canê xwe ji dest da.
Berwara 27\'ê Çiriya Paşîn 2013\'an, aşûta (rebiya) befrê, canê 2 kolberên Kurd bi navê Ferheng Fetahî kurê Nayîb û temen 17 salî û Yasir Ensarînijad kurê Siracedîn, girt û 2 kolberên din jî bi navê Semed fetahî kurê Ehmed û Şerefet Esxerî kurê Qasim, bi tundî birîndar bûn û ew 4 kolbere akinciyên gundê Xanegêa ser bi devera Tirgewera bajarê Urmiyê ne.
Ji bilî hêzên rejîma Îslamî ya Îranê, rêyên mîn rîjîkirî, sir û bûyerên xiruskî, tirseke zafe ku rojane rastî kolberên Kurd ku seba nebûna abûnên abûrî rû ji karê pir metirsî ê kolberî dikin, dibin.
Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia li destpêka heyva Xezelwera 1392\'an a Rojî ve haya niha 23 kolber û hemwelatiyên Kurd li devera sînoriyên Kurdistana Rojhelatê ji aliyê nawendên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.
Girtina hemwelatiyên Kurd

Di heftiya derbasbûyî de 2 hemwelatiyên Kurd ji aliyê nawendên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Çend roj berî niha hemwelatiyeke Kurd xelkê gundê Bindola ser bi bajarê Sewlawa bi navê Şaho Ehmedî ji aliyê hêzên Îtilata bajarê Merîwanê ve hat girtin û bo ciheke nediyar hat veguhastin.
Li gor raporatên ku hatine bilavkirin, hevwelatiyeke xelkê devera Merîwanê bi navê Mihemed Memleketî ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve hat destbiserkirin û heya niha çerenicîsa wî nediyar e.

Li gor serhejmariya malpera Kurdistanemdia, di destpêka meha Xezelwera 1392’a Rojî ve heya niha 19 hemwelatiyên Kurd ji aliyê nawendên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.