Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora Kurdistanmedia li ser rewşa Kolber û hemwelatiyên Kurd li Kurdistana Îranê de

22:12 - 18 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Di heftiya derbasbûyî de 28 haletên tepesekirina mafên mirovan derheq destbiser kirina çalakiyan û kuştin û birîndarbûna kolber û hevwelatiyên li devera Kurdakincî yên Îranê rû dane.


24 helatên girtinan di heftiya derbasbûyî de

Li gor serjimêriya malpera Kurdistanmedia, di koma 179 destbiserkiriyên du mehên derbas bûyî de (Xermanan û Rezber a 1392’an a Rojî) %30 ji wan li heftiya derbasbûyî de hatine girtin.
Her piştî kuştin û birîndarkirina 7 endamên Sipaha Pasdarên rejîma Îslamî ya Îranê ji aliyê çekdarên nasnekirî ve li devera Bane, Sipaha Pasdarên rejîma Îranê 24 hevwelatiyên Kurd xelkê gundê “Sawan”a ser bi bajarê Bane destgbiserkirin ku di nav wan de (mamostê olî, 3 endamê şîvra wî gundî û her wusa 20 lawên nav gund) ber çav dikevin.
Ew girtina bikom li berwara 12’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an ji aliyê Sipaha Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê ve hatiye encamdayîn.
Navê 20 kes ji wan 24 hevwelatiyan ku ji aliyê Sipaha Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin, pêk hatine ji: “Kemal Ehmedî kurê Husên, Qasim Fatimî kurê Mihemed, Kawe Mecîdî kurê Rehîm, Namiq Mecîdî kurê Mecîd, Reşîd Rehîmî kurê Mihemedemîn, Mehmûd Rostemî, Azad Rostemî, Ferzad Rostemî, Mihemedemîn Xezalî kurê Şerîf, Kawe Husênî kurê Salih, Elî Kakî kurê Husên, Namiq Rehîmî kurê Mihemedemîn, Şerîf Şerîfî kurê Mistefa, Şaho Ezîzî kurê Îbrahîm, Muhsên Kerîmiyan kurê Reşîd, Elî Mihemedî kurê Rehîm, Sîrwan Mistefa kurê Mihemed, Salih Reufî, Ehmed Rostemî kurê Hemexan, Suhrab Rostemî kurê rostemxan”.
Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di heyamê 3 hefiyên derbasbûyî de 63 hevwelatiyên Kurd bi tometên (siyasî, kulturî, olî) hatine destbiserkirin, bi wî awayî her rojê 3 kes di Kurdistana Îranê de hatine girtin.
Kuştin û birîndarkirina kolberan û hevwelatiyên Kurd


Di heyamê heftiya derbasbûyî de 4 hemwelatiyên Kurd li ser sînorên deverên Kurdakincî ketine ber destdirêjiya gulleyên hêzên leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê û di encam de welatiyek hatiye kuştin û 3 kes jî hatine birîndarkirin.
“Mûsa Baqirî” temen 20 sal û “Umîd Elî Şame” li ser sînoran ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîmê ve teqe jê hatiye kirin û di encam de hatine birîndarkirin.
“Serdar Îbrahîmî” û “Îbrahîm Îbrahîmî” li encama dûketina hêzên leşkariyên rejîm, tirombêla wan wergeriyaye û di encam de “Serdar” jiyana xwe ji dest dide û “Îbrahîm” jî bi tundî birîndar bûye.
Kuştin û birîndarkirina kolberan û kasibkarên Kurd ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, di demekê de ye ku rêjeya bêkarî û giranî di Îranê de roj li gel rojê zêde dibe û hemwelatî jî bona bidestxistina bijîva jiyana xwe dest bi karê kolberî li ser sînoran ku gelek cihê tirsê ye, dikin.
Li gor parvekirina bajaran, li her yek ji bajarên Şino û Urmiyê haletekî birîndar bûn û li bajarê Serdeştê haletek birîndarbûn û haleteke kuştina hemwelatî û kolberan heye.
Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di meha Rezbera 1392’ a Rojî de, 15 hevwelatî ketine ber destdirêjiya gulleyên hêzên leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê û di encam de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî hatine birîndarkirin.