Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora pişkek din ji birêve çûna rêûresmên newrozê di Kurdistanê de

15:52 - 24 Adar 2014

Kurdistanmedia: Di bajarên Mihabad, Urmiye, Bokan, Pîranşehir û Seqizê de, serbarî astengî û gefxwarinên hêzên rejîma Îranê, cejna newrozê hat pîroz kirin.

Mihabad

Li gor rapora Kurdistanemdia, li bajarê Mihabadê hezaran hemwelatî di çarrêya Azadî, Çarçira, meydana Îstiqlal, çarryêya Wefayî û hemû kolanên bajar û berbi pîrbûna newroza Kurdî çûn û bi çoş û bi gevend û dîlan cejna newrozê bilind nirxandin.

Birêve çûna cejna newrozê li bajarê Mihabadê di demekê de bûye ku hêzên rejîm xwastine pêşiya govenda xelkê bigrin, lê hemwelatiyan guh ji êrîşên hêzên rejîm negirtin û ew boneya neteweyî bilind nirxandin û heya yekê şevê dom kir.

Bokan
Hevwelatiyên bajarê Bokanê xwastine biçine ser çiyayê Kêwê Reş, lê belediya wî bajarî karaba qut kiribû û xelkê jî serbarî tarîbûn û nebûna karaba, ji pîrozkirina cejna newrozê berdewam bûn.

Pîranşehir

Li bajarê Pîranşehirê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê û dest û pêwendiyên wî, çend roj pêş hatina cejna neteweyî a newrozê piropagendên nigatîv bi hinceta kêmrengkirina wê boneya neteweyî encam dabûn, lê serbarî gefxwarin û givaşên hêzên rejîma Îranê bo ser xelkê bajarê Pîranşehirê bi awayeke berbilav ew cejna pîroz kirin.

Seqiz

Li bajarê Seqizê çend roj berî destpêka rêûresma cejna newrozê hêz û navendên ewlekar yên rejîma Îslamî ya Îranê, hunermend û helbestvan bang kiribûn û bi wan ragihandibûn ku îzna beşdarîkirin ji tu cire rêûresmeke newrozê di Kurdistanê de ninin, lê bervajî xwastekên dezgehên ewlehî ên rejîm, xelkê bajarê Seqizê bi awayeke berbilav agirê newrozê hilkirin.

Sêrêya Berdîran, sêrêya Şerîfava, sêrêya Beharistan, taxa Kerîmava, nevê ew cihên ku li bajarê Seqizê rêjeyeke zaf ji xelkê wî bajarî di rêûresma cejna neteweyî a newrozê de beşdar bûn û baştir ji salên derbasbûyî ev cejne bilind nirxandin.

Urmiye

Roja Pênçşemî 20’ê Adar a 2014’an, li Rajanê, serbarî gefên hêzên Întizamî û Îtilatê, hatin e ser kolanan û bi hilkirina agirê newrozê cejna newrozê bilind nirxandin.

Herwisa gencên wê deverê di bilandahiyan de agirê newrozê hilkirin.

Di nav şehreka “Rajan”ê de jî bi govend û dîlana Kurdî û sedan ciwanên Kurd bi gotin û xwîndina derûşm û sirûda neteweyî a wê rojê pîroz kirin.

Herwisa di herêma Mirgewerê de hezaran kes li rêûresma newrozên ku heya direngê şevê dirêje hebû, pişikdar bûn.