Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporeke meydanî li ser rewşa jiyanê li Urmiyê

19:27 - 10 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Rewşa jiyanê li bajarê Urmiyê her roj bizehmetir dibe, û hewlên rejîma Îranê bona guherîna demografiya vî bajarî û herwisa zêdekirina rêjeya ajanan di vê navçeyê de zêdetir dibe.

Li gora raporeke meydanî ku li bajarê Urmyê de hatiye encamdan, rejîm cuda ji zulma eşkere ya neteweyî û dînî bi zalkirina rewşa polîsî bi taybetî di navçeyên sînorî û herwisa hebûna gendeliya îdarî ya bêqas, rewşa jiyanê li bajarê Urmiyê û derdorê bo neteweya Kurd di vê navçeyê de gellek bizehmet bûye.

Li gora raporên belavbûyî, belavkirina azadane ya madeyên sirrker bi taybetî Rewangerdanên pîşeyî di nava xwendekar û dersxwanan de bûye sedema  nîgeraniyeke giştî di nava vî bajarî de, ew yek jî hevdem e digel zalkirina rewşa polîsî bi ser zanko û xwendingehan de, û hewla organên bednav ên wekî besîc bona handana lawan bi armanca encamdana karê ajantiyê.

Nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê di doma raporê de îşare bi vê dike ku piştî meşên meha Befranbara sala borî rêjeyeke berçav ji beşdaran hatin girtin, ku hêla jî beşek ji wan di girtingehan de ne, ew yek jî tenê li ber vê ye ku ew amade nebûn, hevkariya rejîmê û dezgehên serkutker bikin.

Li gora gotina navbirî çûne derve ya yekalî ya Amerîkayê ji Bercamê, rewşa aboriya hevşêwe ya bajarên din ên Îranê, ber bi paşve vegeriyaye, û giranî û tewerom (helawsan, enfilansiyon) bêkarî û bêbazarî bi xwe ve dîtiye.

Ji aliyekî din ve jî rewşa gola Urmiyê ku niha wekî girîngtirîn kirîza jîngehî ya Îranê tê hesabê, her wekî xwe maye, û rejîm ne tenê li hemberî qedera wê de xwe bi berpirsyar nizane, belku li parêzgehên wekî Tewrêzê bo hênikkirina karxaneyanê navdewletî ji wê kême ava ku dirêje nava behrê de, mifayê werdigre, û bi dizîna ava navçeyên Kurdistanî wekî Soma Biradost û Şipîranê bo navçeyên çandiniyê ên wekî Qerebax û Necefabad, li derodra bajarê Tesûcê, wan navçeyan pê têrav dike.

Wergirtina axazadeyan, hiqûqên bêreje, gendeliya îdarî bi taybetî li şaredariya Urmiyê, vegeşîna diyardeyên wekî xwezokî, leşfiroşî, zarokên kar, beşeke din ji van kêşeyan in ku rojane têne dîtin.

Herwekî ku di derbazbûyî de jî rû daye, reîm bi armanca guherîna demografiya navçeyê û hewla asîmîlekirina navçeyê, niha jî berdewam e li ser guherîna navê şeqam û bajarên Kurdistanê bi Turkî, û berdewam ev welatiyên Azerî han didin, bona sazkirina tevdanî û têkderî û netebahiyan.

Li gora gotina vî nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, Rasan û tevgera nû ya PDKÎ xelk hêvîdar kiriye, û serbarê hemû rewşa bizehmet ya jiyanê, di rûniştinên xwe de bas ji piştgirî û piştevaniya ji pêşmergeyên PDKÎ dikin.

Di dawiya raporê de jî nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê nivîsandiye: “Rejîmê di çend salên borî de hewl daye, ku ji riya mohreyên xwe, bi taybetî xwefiroşan ve, sîstema erbab û re`iyetiyê zindî bike, û hewl bide bona bihêzkirina sîstema eşîretiyê, û bi çekdarkirina hinek kesên nefsnizm (ku navên wan li cem me parastî ye), hewla nifûza zêdetir di vê navçeyê de didin.