Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raportek ku tirs û guman nehiştin

14:40 - 13 Çirriya paşîn 2013

Selam Îsmaîlpûr

Raporta nû ya Ehmed Şehîd raportnêrê taybet yê Civata Mafê Mirov a rekxirawa “NY” di karûbarên Îranê de, havrûyeke nû dide rewşa mafê mirov di Îranê de, bi taybetî piştî hatine serkar a Hesen Rûhanî.

Ehmed Şehîd ferq û cudahiyên regezî û binpêkirina berdewam a mafên medenî, siyasî, aborî, civakî û çandî ên xelkê bi taybetmendiyên rewşa mafê mirov di Îranê de dizane. Li gorî raportê, heya niha Komara Îslamî bersiva nameya navbirî derheq binpêkirina mafê mirov di Îranê de nedaye.

Rapor bas ji vê yekê dike ku gellek yasayên rejîmê, yasayên weke çapemeniyan(pejirandiyên sala 1367’an a Rojî, 1988’an a Zaînî), yasayên tawanên kampyûtêrî (pejirandiyê sala 1388’an a Rojî, 2009’an a Zaynî) û yasaya tawanên saybêrî, mafên xelkê di peywendî digel azadiya bîrûra derbirînê, û bidestxistina zaniyariyan û kombûnan li gorî yasayên navnetewî, binpê dike.

Rapor dibêje: “Di heyva Tîrmeha sala 2013’an de, 67 Kafînêt di Îranê de hatine daxistin û nêzîk bi 5 milyon wêbsayt jî hatine bilokekirin, herweha diyagramek ji bilokekirina 946 rûpelên malpera wîkîpêdyayê hatine rûkirin.

Heya dema berhevkirina raporê 40 rojnamevan û 29 vêblagnûs di girtîgehên Komara Îslamî de ne. Herweha Rapor bas ji vê yekê dike ku şêweya dadgehîkirin, dana hukm û cezayên ku di Îranê de tên sepandin, tevî yasayên navnetewî û sozên rejîmê hevdu nagirin. Rapor herweha derheq bi darvekirinê dibêje: “Di meha Januarya 2012’an de heya meha Juni ya îsal, 724 hukmên darvekirinê di Îranê de hatine cîbicîkirin û tenê di nîviya yekemîn a Îsal de(2013) 202 kes hatine darvekirin.

Ehmed şehîd daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku pêdeçûnê bi ser hukmên Îdamê bike, her piştî vê daxwazê bû ku pêla darvekirina girtiyên siyasî ên Kurd û Belûç tenê di rojekê de 18 kes kirin gorî û bûye xaleke reş û qirêj li ser rûçikê rejîm û karbidestên wê.

Mînakek din ji binpêkariyên rejîmê ku di raporê de hatiye, basa curên din ên cezayên dijî mirovî û tundûtîjiyan di Komara Îslamî de ye, bo mînak birîna tiliyan, birîn û jêkirina endamên leşê mirovan, kevirbaran û curên din ên îşkenceyê ku li gorî pejirandiyên sala 1997’an ya Komîteya Mafê Mirovan a NY, bi binpêkirina yasa û rêsayên mafê mirov tên hesibandin.

Di peywendî digel neteweyên zulmlêkirî Ehmed Şehîd bas ji zext û givaşa ser kêmaniyên olî û çandî ên weke Ereb, Kurd, Belûç û Azeriyan dike û piştevaniyê ji mafên wan dike û herweha dibêje nêzîk bi 880 hezar kes ji penaberên Efxanî di Îranê de hatine navnivîsandin, eva di demekê de ye ku tê gotin yek milyon û nîv penaberên Efxanî bi awayekî neyasaayî di Îranê de dijîn.
Rewşa Erebên Ehwazê û Kurdan, bi taybetî kuştina kolberan di deverên sînorî de, raporek ji darvekirina 6 mêr û 5 jina li Zahidanê di heyva July a îsal de, beşek din ji mînakên baskirî di rapora Ehmed Şehîd de ne. Herweha bas ji desteserkirina 20 Feleyan di meha July a 2013’an û 109 Behayîyan di heyva May ya îsal de û 14 derwêşên Gunabadî di heyva July de dike.

Ehmed Şehîd amaje bi vê yekê jî dike ku nêrîna rêjeyîxwazane ya hikûmeta Îranê li hember pirsa mafê mirov, bûye sedema hindek astengên berbilav li hember mafên bingehîn ên xelkê Îranê, bi taybetî di mînakên peywendîdar bi regez, êtnîk,bawerî, nêrîna siyasî, olî û çandî de.

Di vir de armanc ev e ku berpirsyarên rejîmê bi baskirin ji vê yekê ku têgehên mafê mirovan gereke li gorî rewşa xwecihî ya welatan bihê berçavgirtin, di rastî de dikne hecet bo nakokiya yasa û kiryarên xwe tevî yasayên navnetewî ên mafê mirovan.
Bi giştî rapora vê carê ya Ehmed Şehîd, serbarê vê ku pêş darvekirina xebatkarên siyasî ên Kurd û Belûç hatibû pêşkêşkirin, lê her hilgirê rewşa nebaş a mafê mirov di Îranê de bû, bi taybetî piştî hatine serkar ya dewletekê ku bi dirûşma “Wekhevî” û dabînkirina mafên medenî û çareseriya pirsa ferq û cudahiyên regezî, olî, netewî û ... hwd hate serkar, lê yekem rapora Ehmed Şehîd di serdemê deshilata Rûhanî de, bi zelalî eşkere kir ku çavnihêriya guherînan di bingeh û pêkhateya siyasetên Komara Îslamî de, xevnek bû ku kakila wê ya bi tirs û xof bo hemûyan eşkere bû.