Terha meclîsa rejîma Îranê ku dixwaze hatina rojnamevanên Amerîka û Birîtaniyayê bo Îranê qedexe bike, ji aliyê Saziya raportêrên Bêsînor ve hate şermezarkirin.
Roja Duşemî 10ê Gulanê, Saziya Raportêrên Bêsînor tevî şermezarkirina terha qedexekirina hatin a rojnamevanên Amerîka û birîtaniyayê bo Îranê, ew terha meclîsa rejîmê hewldanek bona bêhêztirkirina sansor binav kir û huşdarî da ku pesendkirina terheke wiha, azadiya çapemeniyan li Îranê de lawaztir dike” û daxwaz ji binav nûneran li meclîsa rejîma Îran de kir ku, wê terhê red bikin.
Herwisa wê saziyê ragihandiye: “Ew terha, çend heftiyan berî hilbijartina Serkomariya Îranê bi meclîsê re hatiye dan û bi wê sedemê ku pêka berevirdan, xelk dê beşdariyeke kêm li wê hilbijartinê de bike, Îran naxwaze ew ji aliyê ragihandinan ve bi awayekî berfireh bê belavkirin”.
Pêka wê terha meclîsa rejîma Îranê ku hekî bê pesendkirin, her kesek ku wê yasayê binpê bike bi 5 heta 10 salan girtîgehê dê bê cezadan û bi qasî 36 milyon Tumenan dê bê cerîme kirin.