Kurdistanmedia: Yekem raporta Asime Cehangîr raportnihêra mafê mirovan a NY bo karûbarên Îranê hate belavkirin.
Di vê raportê de, Asime Cehangîr raportnihêra mafê mirovan a NY derheq binpêkirina mafê mirovan di Îranê de, bi taybetî îdaman, bertengkirina azadiya ramanê, û ferq û cudahîdanîna li dijî jinan û kêmaniyên olî nîgeraniya xwe nîşan daye.
Derheq Kurdên Rojhilata Kurdistanê Navbirî ragehandiye ku:
1-Yek li ser pênc a bidarvekiriyan Kurd in.
2-Nîva girtiyên siyasî ên Îranê Kurd in.
3-Zêdetir ji 122 kolber bi sedema Kurdbûnê ketine ber destrêja hêzên Komara Îslamiya Îranê.
4-Pirsa zulma li ser Kurdên Yarsan ya Ehlê Heq cihê nîgeraniyê ye.
5-Kurdistan wekî xwe îşare pê hatiye kirin, ne wekî navçeyên Kurdnişîn yan …hwd.
Wê ji rejîma Îranê daxwaz kiriye, ku îdama zarokan ragire, û kesên di dema encamdana tawanan de, temenê wan kêmtir ji 18 bûye, îdam neke.
Di vê raporê de daxwaz ji rejîma Îranê hatiye kirin, pêşiya azadiya çapemeniyan û ragehandinan berde, û kesên ku li ber bîr û boçûnên xwe hatine girtin azad bike.
Asime Cehangîr raportnêra mafê mirovan a NY bo karûbarên Îranê, pêdagiriyê dike li ser qedexekirina îşkenceyê, û reftarên tundûtîj li dijî tawanbaran, û ragehandiye ku hebûna cezayên wekî şellaqlêdan, korekirin, birîna endamên leşê girtiyan, û kevirbaranê di yasaya cezayî ya Îranê de, li dijî mafê mirovan e.
Asime Cehangîr di meha Xermananê de, bû cihgira Ehmed şehîd, raportnêrê taybet ê mafê mirovan a NY bo karûbarên Îranê.
Hêjayî basê ye ku Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê-Jinêv çavkaniya sereke ya binpêkariyên mafê mirovan li Rojhilat e bo raportnêra NY.