Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û xebata medenî

15:20 - 19 Şibat 2017

Kerîm Perwîzî

Di nava her neteweyekê de, armanc û xwestek diguherin bi palderek bo livandin û herikandina tevgerê, û girûp û aliyên cur bi cur di riya van armancan de diherikin. Rasana Rojhilat bi lênihêrîneke rast, û li ser bingeha girîngîdana bi xebata bajaran, ku yek ji şêweyên wê, xebata medenî ye, dixwaze ku hêza biqavet ya hêviyên neteweya Kurd di Kurdistana Îranê de bixe gerr.

Di heman demê de, çalakiya di nava bajaran de, tenê girêdayî bi yek şêwe û rêkar nine, û xebata medenî yek ji riyên xebata bajar e, û di vê derheqê de jî, carna çalakiya medenî digel xebata medenî tê tevlîhevkirin, yan di rastî de, navê xebata medenî li ser çalakiyên medenî tê danîn.

Hewcehiya şiroveya zêdetir wê demê zêdetir xwe nîşan dide, ku zêdetir ji qasê xwe, bas ji çalakiyan û kiryarên medenî, ji aliyê hin kes û aliyan ve tê kirin, û bi vî rengî dixwazin ku li ber bîrûraya giştî wisa nîşan bidin, ku xebata medenî heman çalakiya medenî ye, û di rastî de, asta xebatê heya wir anîne xwar, ku tu gefeke wê li ser rejîmê tunebe.

Çalakiya medenî pêk tê, ji kiryar û pêngavên ku bi awayê tak yan bi awayê girûp ji aliyê xelkê asayî û hevwelatiyan ve tê hilgirtin, û di çarçoveya yasa û pirensîpên sîstema hakim de, mecala xwe nîşandanê ji xwe re dibîne, û zêdetir girêdayî bi armancên biçûk, û xwestekên pîşeyî, yan civakî ne, lê xebata medenî pêk tê ji kiryar û çalakiyên ku ji aliyê kes yan hin girûpan di nav civakê de tê encamdayîn, û girêdayî bi armancên mezintir in, û li dijî yasayên sîstema hakim têne encamdayîn.

Di rastî de ya ku çalakên medenî ji xebata medenî cuda dike, dijberiya wan yasayan e. Bi vî rengî bona vê ku li ser çalakiyekê navê xebatê bihê danîn, dibe dest bi dijberiya digel yek ji yasayên sîstema hakim bike. Xeynî vê yekê hekî di çarçoveya heman sîstema hakim de hizir nehê kirin, û tu yek ji yasayan neke armanc, di rastî de ew yek çalakiyeke pîşeyî yan civakî ya kurtheyam e, û tu sîstemek jî dijberiya wê nake.

Di vir de ye ku xebata medenî dibe yek ji mekanîzmên berfirehkirina xebata bajaran, û Rasana Rojhilat ji vê mekanîzmê bona organîzekirina civakê, û berbirûbûna sîstemê mifahê destîne, jiber ku Rasana Rojhilat di çarçoveya sîstema hakim de nafikire, û naxwaze ku ew sîstem wekî rastiya heyî bi fermî nas bike.

Rasana Rojhilat bêy xebata bajaran û mifahstandina ji hêza xelkî bê wata ye, û xebata bajaran, yek ji stûnên Rasanê ye, ku armanc ji wê, organîzekirina xelkê, di nav xebateke cidî û rastîn li dijî sîstema hakim e, da ku pêşerojeke baş bo nivşên piştre bihê avakirin, ne eva ku heman sîstem bi maskeke rengîn li ser piyan bimîne.