Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raydarekî bilind paye ê serbazî li rejîma Sûriyê cûda bû

15:58 - 27 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: General Ebdulezîz Şelal, Raydarekî dijbanîya Arteşa Sûriyê, rêzên hêzên nîzamî a vê rejîmê bicê dihêle û tewlî neraziyan dibe.

Ebdulezîz Şelal di peyamekê de ragehend, wezîfa me parastina welate û niha ez vê erkê li hêza nîzamî a rejîma Sûriyê de nabinim û di nav axavtina xwe de got: Beşar Esed tûşî cinayet bi dijî mirovatiê bûye.
Pêştir “Danî Beac” berpirsê lêjneya Sûriyê di “Encumena Mafên Mirov” a rêxistina netewên yekgirtî de ragehand ku idî hazir nine kar biket û bi fermî dest ji kar kêşana xwe li rejîma Demişqê ragehand.

Mehek berî niha komek ji Balyuz û Dîblomatên Sûriyê û herweha komek ber çav li Efserên rejîma Sûriyê cûda bûn û tewlî rêza dijberan bûn.

Her di vê pêywendiyê de “Ebdul Letîf Debax” Balyuzê Sûriyê li Ebûzebî cûda bûna xwe li rejîma Sûriyê ragehand.