Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma 22’ê Pûşperê li Navenda 1’a Kurdistanê birêve çû

15:34 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Bi bonerya 23’êmîn salvegera terora “Dr. Qasimlo” û hevalên wî li Navneda 1’a Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê rê û resmek birêve çû.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 11’ê Tîrmeha 2012’an, bi boneya 23’mîn salvegera terora şehîd “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, rê û resmek bi beşdariya birêz Tahir Kesîlî, Endamê Komîteya Navendî yê PDK Îranê û Berpirsê Navenda 1’a Kurdistanê, Kadr, Pêşmerge, malbatên wan û hejmarek enmdamên PDK Îranê li hewlêrê, li navenda 1‘a Kurdistanê birêve çû.
Rê û resmê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragitina xulekek bêdengî bo canê paqij yê şehîdan destpê kir.
Piştre peyama Naveda 1’a Kurdiastanê ji aliyê birêz Tahir Kelîsî ve hat pêşkêşkirin.
Birêz Kelîsî du peyama xwe de amaje bi kedera gelê Kurd û herweha gelên cîhanê jî di dema şehîdbûna “Dr. Qasimlo” kir û got: Bi şehîdbûna “Dr. Qasimlo” gelê Kurd û PDK Îranê, rêberek jêhatî û bi lîmet û kesayetiyek navdar ji dest dan, azadîxwazên welatê me û alîgirê aşitî li sernaserê cîhanê dostek baş û hevalek wefadar ji wan veqetiya.
Lewra di xema ji destçûna “Dr. Qasimlo” de ne tenê Kurd, belkî gişt azadîxwazên Îranî û evîndarên aşitî û kesên ku bi awayekê li gel bîr û hizrên “Dr. Qasimlo” nasyarî hebûn, xem û kedera xwe nîşan dan û ji destçûna wî mirovê mezin bi xesarek mezin dan zanîn.
Di birrgelek din a rê û resmê de peyama hevpar a komîteyên Jinan û Ciwanên Demokrat ên Kurdiatan Îranê li Dêgele, ji aliyê birêz “Buhar Rostemî” ve hat xwendin.
Her bi wê boneyê li Navenda 1’a Kurdistanê festîvalek werzişî ji aliyê beşa Amûziş a Navendê ve birêve çûbû û di rê û resma han de serkevtiyên wê festîvalê hatin xelatkirin.
Di navbirrên rê û resmê de çendîn sirûd û pexşan ji aliyê hunermend û helbestvanan ve hatin pêşkêşkirin.