Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma 22’ê Pûşperê li Navneda 3’a Kurdistanê birêve çû

15:23 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanemdia: Rê û resma 22’ê Pûşperê, 23’mîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo bi destên dîplomat terorîstên rejîma îslamî a Îranê li Navenda 3’a Kurdistanê birêve çû.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 10’ê Tîrmeha 2012’an, bi boneya 23’mîn salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî, li Navneda 3’a Kurdistanê, rê û resmek bi beşdariya birêz “Sidîq Derwîşî” Endamê Komîteya Navendî yê PDK Îranê û berpirsê Navneda 3’a Kurdistanê, û hejmarek kadr, pêşmerge û malbatên wan birêve çû.
Rê û resmê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bêdengî bo canê paqij yê şehîdan destpê kir.
Piştre birêz “Sidîq Derwîşî” Berpirsê Navneda 3’a Kurdistanê bi wê hincetê axaftinek pêşkêşî rê û resmê kir.

Navbirî di axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir ku Dr. Qasimlo jiyana xwe di pêxema gelê xwe de dana û tevî vê yekê ku mamostayê zanîngehê li Ewropa bû, lê vegeriya Kurdistanê û hest bi berpirsayetiyê kir û bêparbûn û bindestiya gelkê xwe ji bîr nekir.
Birêz Derwîşî di beşek din a axaftina xwe de got: Armanca “Dr. Qasimlo” şehîdbûn nebû, belkî armancî wî pêkanîna tenahî û aşitiya jiyanê bû û di vê pêxemê de jî hat şehîdkirin.
Herweha navbirî basek têr û tesel li ser çemka demokrasî û demokrasiya ku Dr. Qasimlo pênase dikin, bas kir û got: “dr. Qasimlo bawerî bi demokrasiyekê hebû ku aşitî û diyalog sitûnên wê ne.
Piştre sirûdek li jêr navê “Rabûn” ji aliyê korsa Korra Hunerî a PDK Îranê ve hat xwendin.
Helbestek bi navê “Qasimlo Kelegetir Le Çawerwanî” ji aliyê birêz “Husên Hesenniya” ve hat xwendin.
Di beşek din a rê û resmê de peyama hevpar a Yekîtiya jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê birêz “Yûnis Gageşî” ve ha pêşkêşkirin.
“Yadî Hetaw” navê helbestekê bû ku ji aliyê birêz “Qadir Kerîmî” ve hat xwendin.
Beşa dawî, sirûdek li jêr navê “Qasimlo” ji aliyê Korra Hunerî a PDK Îranê ve hat pêşkêşkirin.