Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma 24\'ê Reşemeyê li navenda 3\'a Kurdistanê hat lidarxistin

14:29 - 15 Adar 2014

Kurdistanmedia: Komîteya Yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê li Cejnekanê, bi boneya 68\'emîn salvegera avakirina wê yeketiyê, rê û resmek birêve birin.

Li gor rapora Kurdistanmdia, rê û resm bi xwîndina sirûda neteweyî a Ey reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ên şehîdên rêya rizgariya Kurdistan dest pê kir.

Piştire peyama komîteya YJDKÎ li Cejnekanê, bi hiceta 68\'emîn salroja damezrandina yeketiya jinan ji aliyê Hacer Qadirî endamê rêveberiya komîtê ve hat xwîndin.

Paşan sirûdek bi navê Nabezim ku ji aliyê endamên yeketiya jinan ve li navenda 3\'a Kurdistanê hatibû amade kirin, hat xwîndin û dûrde peyama navenda 3\'a Kurdistanê ji aliyê Husên Hesenniya endamê navendê ve hat pêşkeşkirin.

Di birga din a rê û resmê de stranek ji aliyê hunermend Xolam Fatihîve hat pêşkeşkirin û paşan peyama komîteya Yeketiya Lawan ji aliyê Omîd Mistefapûrve hat xwîndin.

Di vê rê û resmê de çendîn peyam û birûskên pîrozbahiyê ji aliyê lêjneya devera birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), komîteya 19\'a Behrikê yeketiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), komîteya jinan li Hewlêrê û Soranê bi destê rêveberê rê û resmê hgehiştibûn.

Rê û resm bi xwîndina helbestek ji aliyê Xalid Pariyad û govend û dîlana beşdaran dawî pê hat.