Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma bi hinceta 2ê Rêbendanê, li Nawenda 1 a Kurdstanê hat lidarxistin

19:17 - 25 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: 2ê Rêbendanê, 68 salvegera avabûna Komara Kurdistanê, li nawenda 1 a Kurdistanê, di rê û resmek taybet de hat pîroz kirin.

Li gor rapora nûçegehaniya Kurdistanê; berwara 24,01,2014an a Rojî, 68 salvegera avabûna Komara Kurdistanê, li nawenda 1 a Kurdistanê, di rê û resmek taybet de û bi pişikdariya kadir û pêşmerge û malbatên PDKÎ di vê nawendê de hat pîroz kirin.

Rê û res bi sirûda neteweyî a eyreqîb û rêz girtin ji canê tev şehîdên rêya rizgariya kurdistanê dest pê kir.

piştre Tahîr Kesîlî endamê komîteya nawendî a PDKÎ, bi vê hincetê peyamek pêşkeşî berhevbûyan kir.

Koma muzîk a Nawenda 1 a Kurdistanê, çend sirûd û sitranên taybet bo vê rê û resmê hatibûn amade kirin û pêşkeşî berhevbûyan hat kirin.

Peyama hevpar a komîteyên yeketiya Lawan û Jinanên democrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê Behar Rostemî we hat pêşkeş kirin.

herwisan şanoyek ji aliyê Refîq Mîrî we hat nimayiş kirin û piştre ji aliyê Nasih Xakî we helbestek hat xwandin.

Sitranek filkolorî ji aliyê Seîd Baxî ve hat xwandin. Komîteyên PDKÎ û yeketiya Lawn demokrata Kurdistana Îranê li kempa Qoştepe peyamek hevpar bi vê hincetê pêşkeş kirin ku ji aliyê Zirêwe Xakî we hat xwandin.

Rê û resim bi şahî û govenda berhevbûyan davî pê hat.