Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma bidawîhatina dewreya 208 a pêşmerge birêve çû

16:49 - 4 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Rê û resma bidawîhatina dewreya 208 a destpêkî ya pêşmerge ji aliyê fêrgeha Komsyîona Perwerdeya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê birêve çû.
Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, Roja 4’ê Îlona 2013’an, rê û resma bidawîhatina dewreya 208 a pêşmerge li destpêkê de bi xwandina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” dest pêkir.
Piştre rêjeya nizamî ya beşdarên dewreya 208’ê dest bi karên xwe kir û li pişka din ye rê û resmê rêzdar Dara Natiq”, Endamê Komîteya Nawendî ya PDK Îranê, çend gotinek pêşkêşî bi vê boneyê kir.
Paşan “Samirend” yek ji mamostayên Fêrgê, rapora amuzişî ya dewrê pêşkêşî beşdaran kir û di pişka din ya rê û resmê de, yek ji beşdarên dewrê bi navê “Şemzîn Ehmedhijad” peyama dewra 208 pêşkêş kir.
Di beşa din ya rê û resmê 6 beşdarên serkevtî di dewrê de ji aliyê “Rûnak Xaksar” cêgira Komîteya Nawendî ya PDK Îranê û “Samirend” yek ji mamostayên Fêrgê,ve hatin xelatkirin.
Herweha di navbera rê û resmê de çendîn sirûd û stiran û helbest ji aliyê “Mistefa Seyfî, Hisam Rehmanî û girupa sirûda dewrê” ve hatin pêşkêş kirin.