Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma şeva Yelda, şeva ji dayîkbûna Dr. Qasimlo birêve çû

19:50 - 22 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: 83\'emîn salroja ji dayîkbûna Dr. Qasimlo, pêxemberê aştî ji aliyê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê li bargeha Deftera Siyasî a PDKÎ birêve çû.

Li gor peyamnêrê Kurdistanmedia, şeva 30\'ê Sermawez a 1392\'a Rojî, rê û resma şeva Ylda ji aliyê komîsyona Perwerde ya YCDKÎ ve birêve çû.

Di beşa yekema rê û resma han de, moma 83\'emîn salroja ji dayîkbûna Dr. Qasimlo rêberê gelê Kurd ji aliyê Têymûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Fuad Xakîbêyîgî sekreterê Giştî yê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve hat hilkirin.

Di dirêjahiyê de, peyama komîsyona Perwerde ya YCDKÎ ji aliyê Ferzane Meqrûzî ve hat xwendin.

Piştre Têymûr Mistefayî bi nûnerayetiya Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, çend gotinek di vê şevê de, li ser Dr. Qasimlo pêşkeşî amadebûyan kir.

Di birga din a rê û resmê de, bi nîşandana çendîn govend ku ji aliyê girupa Navenda Nêrgizve hatibû amadekirin, hat pêşkeşkirin.

Kurteyek ji dîroka şeva Yelda ji aliyê Serdar Feyîzî ve hat xwendin û paşan Golbax Behramî helbestek bi vê bonê pêşkeş kir.

Di dirêjahiya rê û resma şeva Yelda de şanoyek ji aliyê girupa Bizavve hat nîşandan.

Helbestak bi vê bonê ji aliyê Hikmet Nebîzade ve hat pêşkeşkirin.

Paşan Yelda Qadirî bi boneya şeva Yelda û ji dayîkbûna Dr. Qasimlo pexşanek pêşkeş kir.

Piştre peyama malbata 3 şehîdên gundê Mezinava devera Alana Serdeştê ku gehîştibû bi vê rê û resme, hat xwendin.

Rê û resma han bi konserta mûzîk û stran a girupa Sêwe dawî pêhat.