Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rehîm Mengurî

18:55 - 12 Adar 2014

H:Rehîm Gergulî

Rehîm Mengurî nasiyariya xwe tevî PDKÎ weha tîne ziman: “Bo yekemîn car piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, bi sedema vê ku xûşkeke Seyîd Resûl Babê Gewre li Kone Xanê dijiya, û herweha ji riya birazayekî navbirî ve, min PDKÎ nas kir”.

Rehîm Mengurî herweha şêweya tevlîbûna xwe bi refên pêşmergên PDKÎ re, weha tîne ziman: “Sala 1983(1362)’an ji rêya hevalekî xwe bi navê Hesen Açek Kurê Mihemed ve, ez bûme endamê PDKÎ, û piştre di sala 1984(1363)’an de, şaneya me ji aliyê Îtilaata Îranê ve hat eşkerekirin, yek ji hevalên me bi navê Ebûbekir Azervîn ku berpirsyarê şaneyê bû ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hat girtin, û mixabin piştî heftiyekê di bin îşkencê de canê xwe ji dest da, û şehîd ket. Ez reviyam û ber bi Bender Ebasê ve çûm, piştî salekê wate di sala 1985(1364)’an de cardin vegeriyam mala xwe, piştî vegeriyana min, hêzên Îtilaatê çekdarekî xwe bi navê Seyîd Rehman Tahirî kurê Seyîd Mihemed ku li ser îzna hizbê çeka dewletê hilgirtibû, şande pey min, da ku min destbiser bike, di dema revînê de navbirî gote min hekî tu tevlî partiyê nebî wê bêyî girtin, wî çaxî min biryara xwe da û tevî du hevalên xwe em hatin û li pişt gundê Gezgezk a Pîranan me xwe radestî lika 31 a hêza Aware kir û bi fermî bûn pêşmergê PDKΔ.

Rehîm Mengurî birîndarbûna xwe di dema şer de weha tîne ziman: “Ez di heyamê pêşmergatiya xwe de sê caran hatime birîndarkirin, cara yekemîn li gundê Mêşedê ya Menguratiyê bi Qomparê hatime birîndarkirin, cara duyemîn li gundê Husênabad a ser bi bajerê Bokanê bi gulleya Kilaşînkofê ez birîndar ketim, û herweha cara sêyemîn li zozanên Paneser û Dûser bi Katyûşayê birîndar ketim”.

Rehîm Mengurî rojên herî xweş û herweha herî nexweş ên jiyana pêşmergatiya xwe, weha ji xwînerên Agiriyê re tîne ziman: “Roja herî xweş a jiyana min ku tu caran ji bîra min naçe ev e ku, Seyîd Resûl Ehmedî naskirî bi Seyîd Resûl Çûke got ku tevî min were û emê herin bal Dr. Qasimlo, wî çaxî sikirtariyaya PDKÎ li Gewredêyê bû, em çûn û tevî Dr. Qasimlo rûniştin, û hinek bas û pirsyarên herêmê ji Seyîd Resûl pirsyar kirin, eva roja herî xweş a jiyana min bû, jiber ku yekemîn cara min bû ku ez bi dîtina rêberê xwe şa bibim.

Her weha roja herî nexweş a jiyana min ev e ku em çar pêşmerge li herêma Lacanê û li çiyayê Şaz û Qazê bûn, demjimêr 4’ê piştî nîvro Mihemed Reşe bi bêsîmê peyamek da, min peyam wergirt û cedwela xwe derxist, di peyamê de hatibû ku Dr. Qasimlo şehîd ketiye, min demûdest cardin bi bêsîmê peywendî bi Kak Mihemed ve girt û min nexwast ku ez basê şehîdketina Dr. Qasimlo bikim, lê min gotê ku peyama te çima weha hatiye?

Ev peyame rast e? Wî jî got belê rast e, min jêre got gelo piştî Dr. Qaimlo êdî em çi bikin? Navbirî jî di bersiva min de got emê rêbaza şehîd Qasimlo bidomînin û li ser xebata xwe berdewam bin, eva jî roja herî nexweş a jiyana min e ku tu caran ji bîra min naçe”.

Rehîm Mengurî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Di Buhara sala 1989(1368)’an de, min tevî pêşmergeyeke partiya xwe, bi navê Gewher Şêrxanî xelkê gundê Maswê ya ser bi bajarê Nexedê jiyana hevpar ava kir, me daweta xwe li Qendîlê û li gundê Lêwjê kir û berhema jiyana me jî 2 keç û 2 kur in”.
Rehîm Mengurî rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Bi sedema vê ku em niha jî di halê xebat û şoreşê de ne, min tu çavnihêriyek ji partiiya xwe nine, lê ez daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku herdem weke berê piştevanê PDKÎ bin, tevî hevdu baş bin, îxanetê bi netewa xwe nekin û bi neteweya xwe piştqahîm bin, hûn jî her Kurd in, hûn bo rejîmekê kar dikin ku bi dirêjahiya dîrokê her Kurdan tepeser dike, lewra daxwazê ji we dikim ku vegerin ser rêya rast”.
H:Rehîm Gergulî