Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran nahêle xelk rêûresma Newrozê lidar bixin/ Lawên Nê jî peyamek belav kirin

11:21 - 20 Adar 2022

Rejîma Îran bi hemû şêweyekê dixwaze pêşiya lidarxistina cejna Newrozê ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bigire û di çendîn gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de astengî bo birêveçûna vê hilkeftê çê kiriye.

Rejîma dije Kurd a Îranê hewil dide li gundên wek “Tengîser û Nîyer” yên ser bi bajarê Sineyê, gundê “Nê” yê ser bi Merîwan û gundê “Sîsêr” yê ser bi Serdeştê û bajarê Pîranşehrê cejna Newrozê di salonan de bi rê ve bibe û xelkê wan gundan jî tê de beşdariyê nakin.

Li gundê “Nê” yê girêdayê bajarê Merîwanê, rejîma Îran dixwaze li meydana fotbala wî gundî cejna Newrozê bi rê ve bibe û hêmayên xwe tê de nîşan bide, lê xelkê Nê dane zanîn ku beşdariyê nakin.

Xelkê azadîxwaz û Kurdperwer ên gundê “Nê” bi weşana peyamekê dane zanîn: “Xelkê hezkirî yên gundê Nê, roja 1`ê Xakelêwe ya 1401`an a Rojî, demjimêr 2ê piştî nîvro heta 6ê êvarê li meydana sereke ya Nê amade bin û emê Newroza Kurdewarî bi rê ve bibin.”

Wan di beşek din a peyama xwe de wiha nivîsîne: “Em li vir de radigihînin ku rejîm li meydana fotbala Nê rêûresmê bi rê ve dibe, û her kes li vê rêûresma rejîmê de beşdariyê bike, bizane ser bi rejîmê ye û em wek lawên Nê nahêlin ku di nav gund de hatinûçûnê bikin.”

Çavkaniyek agehdar li gundê Tengîser û Nîyerê daye zanîn ku: Xelkê gundê Tengîser û Nîyerê gotine ku ev cejnên Newrozê yên ku rejîm di salonan de lidar dixe, beşdariyê nakin û ev dê bixwe li derve vê cejnê bi rê ve bibin.”

Ji aliyek din ve jî, rejîmê givaş xistiye ser xelkê “Sîsêr” yê ser bi Serdeştê ku cejan Newrozê bi rê ve nebin û berqa wî gundî li ser xelkê de qut kiriye.

Her di vê derheqê de, biryar bû komek ji hunermendên Kurd ên Urmiyê û girûpa Dîlan Urmiye û xelkê bajarê Urmiyê roja Înê 18`ê Adarê li bajaroka Sêro ya ser bi bajarê Urmiyê bi hilkefta Newrozê di vê bajarokê de cejnê lidar bixin, lê Spaha Pasdaran a terorîst pêşiya vê rêûresmê girt.